- HPG’ê ji bo 3 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn, got: Ji bo jiyaneke sosyalîst, demokratîk û azad a mirovahiyê, em ê bêrawestan têbikoşin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên di 15'ê Hezîranê de şehîd bûn, daxuyaniyek da. HPG´ê got, “Me di daxuyaniya xwe ya 17'ê Hezîrana 2023'an de ragihandibû ku li Girê Şehîd Şahîn ê Xakurkê komek ji dagirkeran hatin kontrolkirin, hêzên me kemîn danîn pêşiya dagirkeran, ji nêz ve li wan da û di encamê de 18 dagirker hatin cezakirin. Di şer û bombardûmana dijmin a piştî şer de hevrêyên me Asya (Amara), Azad û Koçer (Seyîd) ên bi ruhê fedaî yê Apoyî pêşengî ji vê çalakiyê re kirin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.”
Ji bo mirovahiyê feda bûn
Keça leheng a xelkê Karadenîzê Asya, ewladê sosyalîst ê hêja yê gelê Elman Azad, ku bi hestên înternasyonalîst ên mezin û baweriya mezin a ji îdeolojiya sosyalîst demokratîk tevlî nava refên PKK'ê bûn, di demekê de ku neteweperestî gelan bi hev dide qirkirin, bersiva herî bi wate dan. Nûnerê ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurd hevrêyê me Koçer ê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi vê çalakiyê bû nûnerê heqîqeta bilind a PKK'ê. Bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan û bi rengekî şênber rastiya PKK'ê nîşan dan ku têk naçe. Ji bo jiyaneke sosyalîst, demokratîk û azad a mirovahiyê ku van hevrêyên me di oxira wê de berdêl dan û armanca wan a herî mezin bû, em ê bêrawestan têbikoşin. Em ê bibîranînên hevrêyên xwe yên fedayî li baxçeyê azadiyê yê gelan bi bîr bînin û sozê didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.
Em ji malbatên hêja yên hevrêyên me Asya, Azad û Koçer re, ji gelên Tirk û Elman re û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.
Hevrêya me Asya Kanîreş li gundê Kaynartaş ê navçeya Unye ya Ordûyê ji dayik bû. Ewladên leheng ên xelkê Derya Reş, pêşengên nemir ên partiya me PKK'ê hevrê Hakî Karer ê ji Ordûyê û Kemal Pîr ê ji Gumuşhaneyê nas kir. Di sala 2015'an de tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû. Hevrêya me Asya digot, 'Têkoşîn bi tena serê xwe têrê nake, divê mirov di asta herî bilind de têbikoşe'. Li ser vî bingehî, beşdarî nava refên gerîla bû, cihê xwe di nava Hêzên Taybet de girt. Li qadên ku lê ma, bi sadetî, dilnizmî û kêfxweşiya xwe ya mezin, kir ku hevrêyên wê jê hez bikin. Kêfa wê gelekî ji bipêşketina hevrêyên wê re dihat. Feraseta neteweya serdest di kesayetiya xwe de parçe kir, sekna jinê ya azad û kesayetiya sosyalîst a demokratîk li ser bingehê tevlîbûna fedaîtiyê pêk anî. Bi dilxwaziya xwe ya mezin, bi tevlîbûna xwe ya bêfikar a bi pakbûna xwe ya milyaketî, bi sekna xwe ya xwedawendî, rêbaz, tempo, hunerê xwe yê mirovî, biryardariya li ser pîvanên milîtanî û serketinê, bû xwedî meşeke bi rengê Zîlanê.
Ala şehîdan li ba kir
Hevrêyê me Azad Şerger li bajarê Mainburg ê Elmanyayê ji dayik bû. Hevrêyê me Azad dema ku diçû zanîngehê lêgerînên xwe kûrtir kirin, nihêrîna gelek rêxistinên çep şopand. Di vê pêvajoyê de Kurd nas kirin. Elaqeya xwe ya ji bo PKK'ê zêde bû, parêznameyên Rêber Apo xwendin û felsefeya Rêber Apo bandor lê kir. Tevlî nava karên ciwanan bû û di demeke kurt de bi ruhê înternasyonalîst ê PKK'ê re bû yek. Di sala 2016'an de beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê bû. Hevrêyê me Azad ê ku tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind dikir û bi hevrêyên xwe re dibû yek û ruhê têkoşîna hevpar bi dest xist, bû xwedî jiyan û tevlîbûneke bi milîtanî. Li nava refên PKK'ê bi felsefeya Rêber Apo li ser xeta fedayiyan meşiya û ala têkoşînê ya şehîdên nemir bi rengekî hêja bilind kir.
Pêşengê çalakiyên bi tesîr
Hevrêyê me Koçer Medya li bajarê Sineyê, li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û bi vê çandê mezin bû. Bi taybetî têkoşîna Rêbertiya me ya di bin şert û mercên dîlgirtîbûnê de, çavkaniya têkoşîna hevrêyê me Koçer bû. Helwêstên PKK’ê yên beramberî yekîtiya neteweyî, gelekî bandor li hevrêyê me Koçer kir, û kir ku tevlî nava refên têkoşînê bibe û tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Koçer ne tenê bi teoriyê, di heman demê de di warê pratîkê de jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me li qada Xakurkê pêşengî ji gelek çalakiyên li dijî hêzên dagirker re kir û bû sedem ku di van çalakiyan de derbên giran li dijmin werin xistin. Hevrêyê me Koçer bi wêrekî û xwînsariya xwe bû mîlîtanekî mînak û yek ji fermandarên me yên ciwan."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ye;
Asya Kanîreş (Kadriye Tetîk), li Orduyê ji dayik bûye, 15’ê Hezîrana 2023’yan li Xakurkê şehîd bû.
Azad Şerger (Thomas Johann Spiess), li Elmanya ji dayik bûye, 15’ê Hezîrana 2023’yan li Xakurkê şehîd bû.
Koçer Medya (Diyako Saîdî), li Sine ji dayik bûye, 15’ê Hezîrana 2023’yan li Xakurkê şehîd bû.
BEHDÎNAN