Rihê APO’yî nîşanî dijmin da

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 02:55

HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got:"Hevrêyê me Zagros heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû. Hêza milîtaniya bi ruhê fedaî yê Apoyî careke din nîşanî dijmin da ku têk naçe." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Di 24'ê Îlona 2024'an de li qada Masîro ya navçeya Şax a Wanê, artêşa Tirk a dagirker tevgerek pêk anî. Di tevgerê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di vî şerî de ewladê wêrek ê Botanê û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Zagros Cûdî heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Zagros bi berxwedana xwe ya destanî ya li dijî dijmin û bi jiyana xwe, têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin û li ser xeta fadîtiyê tê meşandin, temsîl kir. Ewladê wêrek û leheng ê Botanê hevrêyê me Zagros di nava jiyana xwe ya têkoşînê de ruhê xwe yê ciwantiyê parast û her tim kete nava pêngavê. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta kêliya ku şehîd bû bi fedaîtî têkoşiya. Bi vê sekna xwe bû lehengek ku ji aliyê ciwanên Botanê û Kurdistanê ve di jiyanê û têkoşînê de mînak bê dîtin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Zagros em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Şirnexê yê welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Zagros teqez bi ser bixînin.

Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a li Şirnexê jidayî bû. Di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Zagros ku hema hema li hemû qadên Qada Botanê têkoşiya, li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû. Bi kesayeta xwe ya fedekar û dilnizim di dilê gelê me û hemû hevrêyên pê re têkoşiya de girt, hewl da tecrûbeya xwe ya leşkerî ya berfireh bigihîne qadên din ên Kurdistanê. Bi sekna xwe ya li jiyanê û bi hostatiya xwe re hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin xist pratîkê ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Zagros ku heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedayî li dijî dijmin şer kir û gihîşt şehadetê, careke din xurtbûna milîtanên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî mezin dibe, nîşanî dijmin da."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zagros Cûdî bi vî rengî ne:

Zagros Cûdî (Mehdî Uysal), li Şirnexê jidayîk bûye, 24’ê Îlona 2024’an li Wanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.