Rheinmetall MAN tevizandin
Duşem 10 Çile 2022 - 22:21
- Rise Up 4 Rojava, tevî Tevgera Edaleta Avhewayê, li Viyanayê şirketa hilberîna maşînên leşkerî RMMV tevizand. Wan deriyê sereke yê fabrîkeyê girt û xwest şirket sîlehan nefiroşe Tirkiyeyê û heta êdî sîlehan hilneberîne.
Aktîvîstên Rise Up 4 Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan), tevî milîtanên Tevgera Edaleta Avhewayê (Klimagerechtigkeitsbewegung) ji doh berê sibehê ve devê deriyê fabrîkeya Rheinmetall MAN Military Vehicles (RMMV) a li Viyana-Liesing. Ew doza bidawîkirina pêşbirka çekdarîkirinê û firotina sîlehan dikin. Ev fabrîke ji sala 2010’an ve maşîn û erebeyên eskerî hildiberîne.
Herdu şirketên ku ev şirket avakirine jî yanî MAN û Rheinmetall, şirketên elman in. Ji bo ku maşînên leşkerî hilberînin, wan sala 2010’an li Viyana-Liesingê şirketa Rheinmetall MAN Military Vehicles (RMMV) ava kir.
Esas MAN ji dehên salan ve li departmana 23´yan a Viyanayê maşînên sivîl ên weke otobusan hildiberîne. Ji 2010´an ve jî tevî “pisporiya”
Rheinmetallê maşînên leşkerî hildiberînin; di nava van de maşînên ji bo veguheztina leşkeran û kamyonên leşkerî yên ji bo kişandina tank û panzeran jî hene. Ew van maşînên leşkerî difiroşin 62 welatan û di nava van welatan de dewleta Tirk jî heye.
Li dijî Erdogan û rejîmên sûcdar
Rise Up 4 Rojava dibêje, dewleta Tirk niha hem li nava sînorên xwe û hem jî li Rojava û Başûr jî şerê tevgera rizgariya Kurd û Kurdên sivîl dike.
Berdevka Kampanyaya Rise Up 4 Rojava, Klarayê di dema çalakiya blokekirinê de ev peyam da: “Li Viyana-Liesingê nabe ku êdî maşînên leşkerî bên hilberandin, yên ku bikaranîna wan dibe sedema kuştina mirovan, ew rejîmên sûcdar ên weke ya Tayyip Erdoğan xurt dikin, bingehê ekolojîk ê xelkê mexdûr tine dikin û agirê krîza avhewayê jî gurrtir dikin!"
Aktîvîsta Tevgera Edaleta Avhewayê, Hanna jî balê dibe ser peywendiya di navbera antîmîlîtarîzm û ekolojiyê de: “Hikûmet û şirketên mezin hewl didin destwerdanên leşkerî yên ji ber reqabeta global a ji bo çavkaniyên her kêm dibin yan jî ji bo berterefkirina bêîstîqrariya siyasî ya ji ber guherîna avhewayê, rewa bikin. Em doza çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkên civakî û ekolojîk ên serdema xwe dikin!”
Ne li dijî karkeran li dijî patronan
Di belavoka xwe de aktîvîstan bal bire ser wê yekê ku armanca wan ne ew e ku li dijî qederê hezar û 200 karkeran bin, lê armanca wan patronên şirketê ne: “Çalakiya me li dijî patonên RMMV´ê ye, ew ên ku li ser pişta karkeran ji şerî kar dikin. Em aliyê karkeran digirin; jinûveavakirina civakî ekolojîk divê tevî meaşên zêdetir û kêmkirina dema kar bimeşe.
Ne sîlehan dermanan çêkin
Aktîvîstan xwest hilberîn li fabrîkeyan li gorî pêdiviyên civakê û ne berjewendiyên kêman, bê kirin.
Zexta raya giştî li Awusturyayê beriya niha kiribû ku şirketa BRP-Rotax êdî motorên droneyan ji par û pê ve nefiroşe dewleta Tirk. Aktîvîst ji RMMV´yê dixwazin hem weke BRP-Rotaxê tev bigere û hem jî gavekê ji wê û wêde biavêje. Ji Tevgera Edaleta Avhewayê Hanna van pirsan dike:
“Ma ne watedartir e ku di vê serdema pandemiyê de li şûna maşînên şerî maşînên hilmdanûstandinê çêkin? Ma ne lazim bû ku ji mêj bêhtir maşînên elekronîk bêhtir ray bên avakirin?”
ANF/VIYANA