Hê jî sîlehan difiroşe Tirkiyeyê

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:18

  • Li gorî bersiveke hikûmeta federal a Elmanyayê dayî pêşnûmapirseke Partiya Çep, sala 2021’ê hikûmeta Elmanyayê destûra firotina bi bihayê 6.3 milyar euroyan a sîlehan daye. 

Li gorî bersiveke hikûmeta federal a Elmanyayê dayî pêşnûmapirseke Partiya Çep, sala 2021’ê hikûmeta Elmanyayê destûra firotina bi bihayê 6.3 milyar euroyan a sîlehan daye. 

Di nava welatên Elmanyayê destûr daye sîlehan bifiroşe wan de Erebistana Siûdî, Qeter û Pakistan jî hene. 

Siyasetvana partiya Çep (Die Linke) Sevim Dağdelenê li ser vê yekê got, “Hikûmeta nû ya federal lazim e soza xwe bigire û firotina sîlehan ber bi Erebistana Siûdî û tevahiya aliyên koalîsyona şerê Yemenê bisekinîne, nexasim jî di ser Fransayê re firotina sîstemên sîlehan ên pirr modern divê bên sekinandin. ‘’

Elmanyayê 2021’ê jî sîleh firotin Tirkiyeyê. Sala 2021’ê wê bombe, torpîdo, roket, teqemenî, maşînên difirin, motor û ji bo dagirtina sotemeniya balefiran li hewayê çerxên lazim dan dewleta Tirk. Ev jî sîleh û techîzata wisa ye ku dewleta Tirk pê şerê xwe yê li dijî Kurdistanê dewam dike. Di nava van sîlehan de wekî din behsa wan teknolojî û mekanîzmayan nehatiye kirin ku ji bo wan destûr ne lazim e: parçeyên droneyên kujer yên Firma Hensoldt. Bi van sensoran dewleta Tirk herî dawî 7‘ê Kanûnê li Şengalê Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê, Merwan Bedel şehîd kiribû.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.