
M. ZAHÎT EKÎNCÎ
HAMBURG
Hewldana Xelkê li dijî Firotina Sîlehan, ji bo ku firotina sîlehan ji bendera Hamburgê bê rawestandin, dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Armanca Hewldanê ew e ku bi referandûmekê firotina sîlehan ji bendera Hamburgê bê qedexekirin.
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê û li hawîrdora wî bêhtirî 90 şirketan ji pîşesaziya sîlehan re kar dikin. her sal 1000 konteyner barê kujer di ser bendera Hamburgê re difiroşin dinyayê. Di nava van de bombe, tank, sîlehên piçûk, fîşekên wan, sotemeniya nukleer, asansorên ji bo torpîdoyên keştiyên binê behrê, keştiyên şer û parçeyên yedek jî hene. Ev sîleh diçin ji dewletên mîna dewleta Tirk ya ku pê şerê qirêj li dijî Kurdan bi rê ve dibe û şerê êrişkariyê yê dagirker ê li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne.
Parlamenterê Partiya Çep ê eyaleta Hamburgê Mehmet Yildiz ji berdevkên Hewldana Xelkê li dijî Firotina Sîlehan e. Ew dibêje, "Em dixwazin bazirganî xizmeta aştiyê bike. Ji bo ku em firotina sîlehan ji bendera Hamburgê bidin rawestandin, beriya bi du salan me ev înîsiyatîf damezirand. Di navê de rêxistinên aştiyê, kesên ji sendîkayan û ji zanîngehan, komên ji tevgerên civakî û ekolojîk, mirovên ji dêrê, ronakbîr û hunermend jî hene."
Bi wan Kurd tên qetilkirin
Mehmet Yilmaz dibêje, rojê qederê 3 konteyner sîleh ji bendera Hamburgê dişînin dinyayê. Yildiz bi bîr dixe ku li gorî destûra eyaleta Hamburgê, divê bendera Hamburgê di xizmeta aştiya navneteweyî de be û firotina sîlehan li dijî vê destûrê ye.
Ew dibêje, ev sîleh diçin welatên weke Tirkiye, Meksîka, Erebîstana Siûdî, deverên ku mafê mirovan li wan tên binpêkirin û wiha dewam dike: "Bi van sîlehan Kurdên li Tirkiyeyê, yên li Sûriyê tên qetilkirin."
Bendera Hamburgê ji sedî 77 a eyaletê ye, û biryara wê, dê siberoja firotina sîlehan li Elmanyayê biguhere.
Armanca Helwdana Xelkê ya li dijî Firotina Sîlehan ew e ku pêşî li Hamburgê ji welatiyên eyaletê heta 10'ê Îlonê 10 hezar îmzeyan kom bike da ku karibe biryara li ser mijarê bi referandûmê bide dayîn. Heger ji kesên dengên xwe bidin, bêhtirî ji sedî 50'î doza bendereke sivîl bikin, hingê wê bender li firotina sîlehan bê girtin. Metnên îmzeyan li ser malpera "https://ziviler-hafen.de" dikarin bên peydakirin û heta 10'ê Îlonê kesên dixwazin, dikarin van metnên îmzekirî bigihînin hewldanê.















