Andair hew parçeyan difiroşe Tirkan 

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 13 Çile 2021 - 16:24

  • Şirketa Andair a Ingilîz biryar da ku parçeyan nefiroşe dewleta Tirk.

Şirketa Andair a Ingilîz biryar da ku parçeyan nefiroşe dewleta Tirk ku bi kêrî çêkirina amûrên hewayî yên bêmirov ên Tirk ên bi navê Bayraktar bên.

Li gorî daxuyaniya Andairê li ser miracaeta Sefareta Ermenistanê, wan li mijarê kolaye, û derxistine holê ku parçeyên ku dane Tirkiyê ji bo amûrên hewayî yên biçek ên bêmirov hatine bikaranîn. Li ser vê yekê, fîrmayê biryar da ku nema parçeyan bifiroşe Baykar Makîne ya li Tirkiyê.

Ermenistanê îsbat kiribû ku di nava van sîlehên Tirk de parçeyên vê fîrmayê hene. Lewma di balefireke li Qerebaxê hatî xistin de ev parçe hatibûn tesbîtkirin. Piştî ku derket holê ku di nav amûrên hewayî yên biçek ên bi navê Bayraktar de pompeyên sotemeniyê yên Andairê hene, li dijî fîrmayê kampanyayeke navneteweyî dest pê kiribû.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.