Cebilxaneya Neo-Naziyekî

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:15

  • Pêr polêsê eyaleta Awusturyayê Niederösterreichê da zanîn ku hêzên wê sîlehên şer û hezar û 200 kîlo cebilxane girtine.

Pêr polêsê eyaleta Awusturyayê Niederösterreichê da zanîn ku hêzên wê sîlehên şer û hezar û 200 kîlo cebilxane girtine. Di nava sîlehan de 2 tivingên mekîneyî, 6 tivingên piyadeyan, tivingeke êrişê, tivingeke sekvaniyê, gelek lûleyên yedek, 17 demançe, 7 bombeyên ji lûleyan jî hene. Ji bilî vê 20 kîlogram barût jî hatiye girtin. Di nava cebilxaneyê de wekî din 16 dengbirr jî hene.  Yanî polês cebilxaneyeke ji bo şer hatiye amadekirin, zeft kiriye. 

Wekî din gelek materyalên propagandaya Neo-Naziyan jî hatine desteserkirin. 

Kesê ku ev sîleh li cemê hatine girtin zilamekî ji navçeya Baden e, 53 salî ye û nijadperest e. Jixwe di encama taqîba Saziya Parastina Destûrê ya Niederosterreichê ew hatiye girtin. 

Li Ewrûpayê tehlûkeya herî mezin a ewlekariyê esas ji van derdorên nijadperest e. Lê li gelek welatan nexasim Elmanyayê ev tehlûke tê piçûkkirin. Encama wê jî xwe weke komkujiyên li dijî koçber, penaber û zarokên wan dide der. 

Tevî ku li Awusturyayê doh cebilxaneyeke şer hat girtin jî, çapemeniya neteweyî zêde cih neda bûyerê. Li şûna wê tehlûkeya 3-4 hezar penaberên li ser sînorê Lehistanê ser rûyê çapemeniya wê digire. 

Em ê niha binihêrin bê ka hikûmeta Awusturyayê wê li gorî vê yekê ji nû ve tehlûkeya nijadperestan ji bo ewlekariyê ji nû ve binirxîne yan na.

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.