Rêyahesinî li navbera Mûsil-Tirkiyê

Sêşem 22 Îlon 2020 - 15:54

  • Alîkarê Waliyê Mûsilê Rifat Simo da zanîn ku wê di rojên bê de xebatên ji bo rêya hesinî di navbera Mûsil û Tirkiyê de destpê bikin.

Alîkarê Waliyê Mûsilê Rifat Simo da zanîn ku wê di rojên bê de xebatên ji bo rêya hesinî di navbera Mûsil û Tirkiyê de destpê bikin.
Rifat Sima agahî dan û got; "Walî hefteya borî li Nînovayê bi konsolê Tirk Mehmet Kuçuksakalli re li ser avakirina rêya hesinî peyivîne."
Di hevpeyvînê de Waliyê Nînovayê ji Tirkiyê alîkarî xwestiye û rayedarên dewleta Tirk jî gotine, ew ê gelekî kêfxweş bibin ji bo alîkariyê bikin.
Walî ji bo pêkanîna projeyê bi hukûmeta navendî ya Bexdayê re jî dest bi hevdîtinan kirye.
Li paytexta Nînovayê Mûsilê Kurd, Ereb, Xiristiyan û Tirkmen hene.
Dewleta Tirk bi vê projeyê wê dagirkerî û mêhtingeriya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê girantir bike.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.