- Suham Şengalî: Heta niha ji dûr ve sîlehên giran bi kar tînin. Bi tank û topan êriş dikin. Dema ku dixwazin bi konvoyên leşkerî derbas bibin, hêzên Şengalê bersivê didin. Heta niha ti nuqte neketiye destê artêşê. Hewl didin nuqteyan bigirin, seyterên nobetê bigirin. Lê heta niha şer ji dûr ve diqewime.
LUQMAN GULDIVÊ
Hikûmeta Kazimî, piştî hevkariya bi dewleta Tirk re, bi hevahengiya êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk re, 18’ê Nîsanê êrişî Şengalê kiribû. Niha ji nû ve, ji pêr bi şev ve hêzên ser bi hikûmeta Kazimî bi sîlehên giran êrişî nuqteyên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê dikin. Li ser mijarê em bi Berdevka Komîteya têkiliyên derve a Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Suham Şengalî re peyivîn. Wê git halê hazir unsûrên artêşa Iraqê yên ser bi Kazimî, bi sîlehên giran ji dûr ve êriş dikin û li ber Şengalê tenê rêya berxwedanê maye.
Niha rewşa meydanî ya li Şengalê çi ye? Artêş li ku êriş dike, çawa êriş dike? Berxwedan li ku heye û çawa ye?
Pêşî 18’ê Nîsanê êrişî Dugurê kirin, êrişî nuqteya asayîşê. Hema piştî wê bi rojekê 19'ê Nîsanê li ser xeta Til Izêr û gundê Sikêniyê êriş birin ser nuqteyên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Ezîdxanê. Li wê derê jî xwestin nuqteyan bigirin. Piştî wê hevdîtinên dîplomatîk çêbûn. Li wir hat xwestin ku nuqteyên wan dagir kirine, berdin û parastina esasî Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ û YJŞ bikin. Wan ev qebûl nekir. Wan îdîa kir ku ew [YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê] li gorî qanûn û destûrên Iraqê ne qanûnî ye.
Li ser vê yekê zext dewam dikin. A niha ji doh êvarê ve (pêr êvarê) êriş çêbûn. Vê sibehê jî heta niha li gundê Dugurê ser bi nahiya Sinûnê, û li navçeyê bi xwe jî şer diqewime.
Jixwe rêka ku ji Til Eferê tê, li aliyê herêma Şengalê de li gundên heta bi Dugurê, Sinûnê, li wir artêşê hêzên xwe, çekên giran, tank û top in, çekên sekvaniyê ne, doçka ne, wan ber bi aliyê Dugurê û Sinûnê ve dişîne.
Ji aliyê dîtir ve, ji aliyê Rebîa ya li ser sînorê bi Rojava re, ji wir jî hêzeke mezin tîne. Yanî dixwaze bi derbên eskerî van deveran bigire. Jixwe bersiv tê dayîn. Li vê derê milet jî ketiye nava tevgerê de. Dayik, ciwan, milet hemû berê xwe daye navendên asayîşê. Bi hev re parastina gund û malên xwe dikin.
Herî dawî Rêveberiya Xweser jî banga seferberiyê li gelê Kurd û civaka Êzîdî kir. Ka wê çi biqewime nediyar e, lê ya xuya ew e, heger qebûl nekin ku parastina Şengalê bi destê xelkê Şengalê yanî bi destê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Şengalê be, ev berxwedan wê dewam bike.
Piştî êrişa 18'ê Nîsanê hevdîtinên dîplomatîk bi kê re hatin kirin, tenê bi nûnerên artêşê re yan bi rayedarên hikûmetê re jî hevdîtin hat kirin?
Hem bi rayedarên hikûmetê re û hem jî bi rayedarên eskerî re hevdîtin hatin kirin. Saziyên parastinê yên vê derê û Rêveberiya Xweser, hem bi rayedarên hikûmetê re peyivîn û hem jî bi fermandar û berpirsiyarên eskerî re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin neerênî bûn. Daxwazên Şengalê nehatin qebûlkirin. Jixwe ji ber wê jî niha şer diqewime.
Piştî cejna Remezanê wê hewldanên avakirina hikûmeteke nû dewam bikin…
Jixwe artêşa niha êriş dike, bi fermana serokwezîrê Iraqê Kazimî êriş dike. Kazimî jixwe wê di demeke nêz de biçe. Her wiha Serokê Operasyonên Leşkerî yê Nînovayê beriya niha jî çend caran dijminatiya xwe li dijî Şengalê dabû nîşan. Bi fermandariya Kazimî û Serokê Operasyonên Leşkerî yên Nînovayê, niha artêşa Iraqê gava diavêje û êriş dike. Berpirsa rewşa aloz a heyî jî hikûmeta Kazimî ye. Ev jî bi êrişê li dijî Zê û Avaşînê re elaqedar in. Ji ber ku di heman demê de diqewimin û armanca wan jî yek e.
Ji ber wê yekê jî serokkomar were diyarkirin, hikûmeteke nû bê avakirin, ez bawer nakim ku ev gavên bi şiklî dewam bikin û rewşên bi vî şiklî rûbidin. Temenê Kazimî yê li ser hukm zêde nemaye. Texmîna me ew e, beriya ku hukmê Kazimî bi dawî bibe, dixwazin hêzên parastina Şengalê vê derê derêxin, tine bikin.
Hîç nuqteyên ku artêşa Iraqê bi êrişan bi dest xistine, gelo hene?
Na, heta niha ji dûr ve sîlehên giran bi kar tînin. Bi tank û topan êriş dikin. Dema ku dixwazin bi konvoyên leşkerî derbas bibin, hêzên Şengalê bersivê didin. Heta niha ti nuqte neketine destê artêşê. Hewl didin nuqteyan bigirin, seyterên nobetê bigirin. Lê heta niha şer ji dûr ve diqewime.
Gelo hîç şehîd û birîndar hene?
Heta niha em nehatine agahdarkirin. Ez nikarim tiştekî bibêjim, beriya ku daxuyaniyeke fermî bê dayîn. Heta niha artêşa Iraqê jî ti daxuyaniya elaqedarî kuştiyên xwe nedaye.
Gelo ji bo rawestandina şer û êrişa heyî hûnê hewl bidin?
Beriya niha me gelekî hewl da, lê ev ne encamgir bû. Niha yek rê li ber me maye, ew jî berxwedan e. Êzîdiyên derveyî welat dikarin çalakiyan bikin li ber sefaretan, bi vî rengî dikarin zextê li hikûmeta Bexdayê bikin. Li ser navê dîplomasiya TAJÊ jî em banga seferberiya Rêveberiya Xweser dubare dikin. Nexasim jin û ciwan, divê li ber van êrişan rabin. Ya girîng jî ev e.