Rêya qaçaxçitiya dolaran
Çarşem 19 Nîsan 2023 - 16:14
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîneke xwe ya bi televziyonên Iraqê re, behsa mûçeyê karmendên rêveberiya Hewlêrê, hinardekirina neftê û qaçaxçitiya dolaran kir.
Sûdanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê rêya sereke ya qaçaxçitiya dolaran bû û wê di demeke nêz de dolar li beramberî dînarê Iraqê dakeve.
Sûdanî behsa hinardekirina neftê jî kir û destnîşan kir ku di nava vê hefteyê de, hinardekirina nefta herêmê wê dest pê bike û hikûmeta Iraqê jî mûçeyê karmendên herêmê bişîne.
Serokwezîr Sûdanî ragihand ku dînarê Iraqê bihêz e û rewşa aborî di asta xwe ya herî baş de ye. Sûdanî di dewamê de got, nabe xaka Iraqê ji bo êrişên ser ewlekariya herêmê bibe xala destpêkê û got;“Peywendiyek baş ya Tirkiye ya bi Iraqê re, wê di berjewendiya Tirkiyeyê de be.”
NAVENDA NÛÇEYAN