Rêya Hesekê - Qamilo qîr dikin

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 22:30

  • Di çarçoveya plansaziya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser de, rêya di navbera kantonên Hesekê û Qamişlo de hate qîrkirin.

Di çarçoveya plansaziya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser de, rêya di navbera kantonên Hesekê û Qamişlo de hate qîrkirin.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qasî 16 kîlometre rêya di navbera gundê Beko yê li bakurê Hesekê û rêya navneteweyî qîr kir.

Desteyê dest bi qonaxa yekemîn a projeyê kir, yanî qîra berê tê rakirin.

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser di çarçoveya plansaziya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya sererastkirina rêyên navendî de ku barên şaredariyên gel sivik dike, projeya sererastkirina rêyan daye destpêkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.