Rêya Hesekê-M4´ê tê qîrkirin

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:27

  • Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qonaxa duyemîn a sererastkirina rêya Qamişlo-Hesekê dewam dike.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qonaxa duyemîn a sererastkirina rêya Qamişlo-Hesekê dewam dike. Projeyê di Tebaxê de dest pê kiribû û lêçûna projeyê gihaştiye 350 hezar dolarî.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rêzeprojeyên xizmetguzariyê yên sala 2022`an de, di 18`ê Tebaxa bihurî de dest bi sererastkirina rêya di navbera kantona Hesekê û Qamişlo de kiribû. Di qonaxa yekemîn a projeyê de, qîra kevin hate rakirin û aliyên rê hatin rastkirin.  Her wiha rêyên din li kêlekan hatin amadekirin da ku tevgera erebeyan di qonaxa sererastkirinê de bê hêsankirin. Xebatên qonaxa yekemîn 13 rojan bênavber heta pêr dewam kiribûn.

Di çarçoveya projeyê de, rêya di navbera gundê Beko yê bakurê Hesekê û rêya M4`ê de bi dirêjahiya 16 kîlometreyan û firehbûna 9 meteyan tê qîrkirin. 

Doh jî qonaxa duyemîn a projeyê dest pê kir, di vê çarçoveyê de rê bi qalindbûna 8 cm tê qîrkirin.

Çavdêrên projeyê didin zanîn ku proje wê di nîvê Îlonê de bi dawî bibe.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê li gorî plansaziya sala 2022`an, li ser sererastkirina rêyên sereke li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike da ku barên Şaredariyên Gel sivik bike.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.