NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO
Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem ji aliyê madî û manewî de alîkariyê dide astengdaran, perwerde dide û civakê jî li hemberî astengdaran hestiyar dike. Ev rêxistin sala 2021’an hat avakirin. Bi armanca mezinkirina rêxistinbûn, alîkarî û piştevaniyê Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem wê 23’ê Cotmehê konferansê lidar bixe. Berdevka rêxistinê Davyan Mehmûd ji ANF’ê re axivî.
Dixwazin hestiyariyê ava bikin
Davyan Mehmûd diyar kir ku rêxistina wan hatiye avakirin da ku ji pêdiviyên astengdaran re bibe bersiv, perwerde bide û qadên wan ên jiyanê ava bike, meyzandina civakê ya li astengdaran biguherîne, di nava civakê de cudahiyekê ava bike. Davyan bi bîr xist ku bi rêya komunan bi perwerdekirina civakê dest bi kar kirine û got: “Bi avakirina wê re, destpêkê me xwe gihand hejmara astengdarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Piştre bi rêya komunan, me civak perwerde kir û bi hestiyar kir. Malbat êdî xwe digihînin rêxistinê û ji bo bizanin çawa nêzî astengdaran bibin yan jî derbarê perwerdekirina wan alîkariyê dixwazin.”
Perwerdeyên piralî tên dayîn
Endama Komîteya Pewerdeyê ya Rêxistina Alîkarî û Piştevaniya bi Astengdaran re ya Nûdem Fehîme Esed jî bal bire ser waneyên bi Kurdî, Erebî û Îngilizî, perwerdeyên branşan, hunera karên destan û perwerdeya kompûter, teknîk û hwd tên dayîn û got:’’Perwerdeyên ku tên dayîn, li gorî temen tên diyarkirin. Her wiha beriya perwerdeyê, rewşa tenduristiyê ya her astentdarî li berçavan tê girtin, li gorî wî/ê kesê yan komê bernameyek a perwerdeyê tê amadekirin.”