Rewşê 136 salî ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Çile 2023 - 01:19

Li dinyayê jina herî pîr ya tê zanîn, heger bi salên xwe rast dizane, û qeydiya rojbûna wê jî heger rast be, Rewşê Qasim Husên e. Li gorî belgeyên wê yên fermî, ew 136 salî ye. Ew niha li parêzgeha Hewlêrê dimîne, lê ew ji Êzîdiyên Çiyayê Şengalê ye. Lê kesa herî pîr a fermî hatiye qebûlkirin, li dinyayê ne ew e. Lucile Randon a 118 salî ya ji Fransayê, fermî weke jina herî pîr a sax li dinyayê tê qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.