Rewşa mirovî her nebaş dibe
Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:52

Çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê 16 roj in Kobanê dorpêç kirine ku zêdeyî 600 hezar mirov lê ne. Metirsiya li ser jiyana mirovan zêde dibe. Derman nikare bê peydakirin, şîrê pitikan û xurek bi zorê bi dest dikevin. Ji ber qutbûna elektrîkê ku bi rojan e dewam dike, li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê nikare bê dayin. Sotemenî û pêwîstiyên din ên bingehîn ên jiyanê nayên peydakirin. Peymana ku di navbera QSD’ê û Hikumeta Şamê ya Demkî de 30'ê Çileyê hate îmzekirin, di 2'ê Sibatê de kete meriyetê. Di çarçoveya peymanê de diviyabû dorpêça li ser Kobanê bihata rakirin, lê belê di vî warî de hîn gavek nehatiye avêtin. Li aliyê din, dewleta Tirk jî nahêle alîkariya mirovî ya ku ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê ve hatiye komkirin derbasî Kobanê bibe. Li aliyê din saziya Avê ya Kobanê ragihand ku ji ber birîna elektrîkê 14 stasyonên avê naxebitin. Saziya Avê ya Kobanê li pêş Şaredariya Gel a Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Saziya Avê Zozan Xelîl ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber birîna elektrîkê 14 stasyonên avê nikarin bixebitin û nêzî 20 rojan e bajarê Kobanê û gundê wê bê av mane. Hate diyarkirin ku ev yek li ser jiyana 500 hezar kesî xetereyê çêdike. Her wiha işaret pê hate kirin ku sozên têkildarî dayîna elekrtîkê hatine dayîn jî bi cih nehatine.
NAVENDA NÛÇEYAN















