Girtiyên li girtîgeha Ereglî ya Konyayê, li dijî binpêkirina mafan û tecrîda girankirî, di 4’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.

Girtiyan di 16’ê Cotmehê de jî çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Hate ragihandin ku rewşa girtiyan herku diçe xerabtir dibe.

Ji girtiyan Mehmet Işiktaş li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan malbata xwe: “Mudurê girtîgehê bi hinceta girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li ser girtiyên din bandorê dikin û greva birçîbûnê mezin dikin, destûr nade ku bi girtiyên din re hevdîtinê bikin û bi wan re biaxivin. Dixwazin bi temamî me tecrîd bikin û pêşî li grevê bigrin. Divê dengê me bibîhîzin.”

Işiktaş di dewama axaftina xwe de diyar dike ku hevsilavkirin û axaftina bi Kurdî hatiye qedexekirin û got: “Di girtîgehê de girtiyên nexweş ên dest û piyên wan nînin û nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin, di qawîşên yekkesî de tên girtin. Girtiyên ji girtîgehên din tên surgunkirin jî, di qawîşên yekkesî de tên bicîhkirin. Rewşa hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne, her roj xerabtir dibe. Daxwazên me yên ji bo çareserkirina şert û mercên girtîgehê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên redkirin. Ji ber vê, em greva xwe ya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin.’

 

 

2 girtiyan li Êlihê xwe kuştiye

Şaxa Êlihê ya Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê jî têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan daxuyaniyek da.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ku qeyûm meqamê wê dagir kir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad TJA û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Platforma Ked û Demokrasiyê jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Yunus Bagiş ve hat xwendin.

Bagiş got, “Di nava salekê de me bi girtiyan re hevdîtin kirin û gelek binpêkirinên mafan tesbît kirin. Piştî serhildana sala 2020’ê ya li girtîgeha Tîpa M ya Êlihê, nêzîkbûna xerab a li girtiyan zêde bûye. Şandeya me tesbît kir ku yek jê jin du girtiyan îsal li qawîşên xwe dawî li jiyana xwe anîne. 

Girtiyek ji bo dermankirinê çûye nexweşxaneyê, bijîşk bi vî girtiyî erd daye paqijkirin. Ev yek di çarçoveya nêzîkatiya xerab de ye.

Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyeke jin hatiye ferzkirin û dema li dijî vê derketiye jî êşkence lê hatiye kirin. 

3 girtiyên siyasî yên jin, bêyî tu sedemek were nîşandan, surgunî girtîgehên Bunyan û Tarsûsê hatinekirin.

Du girtiyan da zanîn ku dema çûn û hatina hevdîtina bi parêzeran re, lêgerîna ku rûmeta mirovan binpê dikin, li girtiyan tên ferzkirin.” 

Bagiş têkîldarî binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tîpa T û Kampûsa Girtîgeha Qubîn a Êlihê de jî ev agahî parvekirin: “Hêjmartina li ser piyan êdî bi awayekî rûtin tê kirin. Girtî nikarin derkevin hewadariya hevpar. Pirtûkên bi Kurdî hatine qedexekirin. 

Li gorî agahiyên girtiyê bi navê X, dema hevdtînên bi telefonê tekmîl tê ferzkirin û pêwendî tên astengkirin. Hate gotin, girtiyê siyasî S.O di Gulana 2022’ê de dawî li jiyana xwe aniye û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. 

Mafê çûyîna revîrê yê girtiyan tê binpêkirin. 

Bagiş da zanîn, ji 29’ê Nîsana 2022’an ve 651 jê rewşa wan giran, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş, li girtîgehan tên ragirtin. Heta dema niha ya sala 2022’an herî kêm 70 girtiyan jiyana xwe jidest dane.

Lewma divê tavilê li girtîgehên Tirkiyê, reform bên pêkanîn.” 

MA/ENQERE-ÊLIH