Rewşa 4 girtiyan giran bû

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 22:36

  • Parêzer Celîl Akin, diyar kir ku 4 jinên li Girtîgeha Bunyanê bi koronayê ketine rakirina nexweşxaneyê û wî da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê giran e. 

Parêzer Celîl Akin, diyar kir ku 4 jinên li Girtîgeha Bunyanê bi koronayê ketine rakirina nexweşxaneyê û wî da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê giran e. 

35 girtiyên jin ku li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê tên ragirtin bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin. Parêzerê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrova (Çûkûrova TUAY-DER) Celîl Akin got, rewşa siheta girtiyan nebaş e. Akin, da zanîn ku li dijî şewba vîrûsa koronayê tedbîr nehatine girtin: “Girtiyên ez bi wan re axivîm, ragihandin ku şewb beriya 15 rojan li odeya B-1’ê destpêkiriye, li girtiyan nîşaneyên koronayê derketine lê rêveberiyê daxwaza wan a sewqkirina nexweşxaneyê pêk neaniye. Rêveberiya girtîgehê tu bergirî negirtine, girtiyan maske xwestine lê ji wan re gotine ‘pêkanîna koronayê bi dawî bû, em nikarin maske bidin we’ û bi vî awayî  korona li 5 odeyên girtiyên siyasî belav bûye û 35 girtî bi koronayê ketine.

Girtiyan diyar kir ku rewşa wan nebaş e, test kirine lê encamên testên wan bi wan re nehatiye parvekirin.”

Akin got, ji girtiyan Gulazer Akin, Yaprak Taşçi, Şîlan Çetîner û Şîlan Okût ên testên wan pozîtîf derketine, rakirine nexweşxaneyê, rewşa Pervîn Genç, Rojbîn Yakût, Guzel Saraç û Gulîstan Yilmaz ên encama testa wan nehatine eşkerekirin jî giran e û ji dev û difina wan xwîn tê. Akin, anî ziman, tevî ku rewşa girtiyan giran e jî nayên dermankirin, bo sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û 4 roj in li benda encamên testa koronayê ne.

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.