Rewş li Kobanê giran e

Duşem 26 Çile 2026 - 03:50

Berçem Cûdî rewşa dawî ya Kobanê ragihand. Berçem Cûdî anî ziman ku rewşa heyî ya li Kobanê metirsîdar e û banga xurtkirina hişyariyê ya ji bo Kobanê kir.

Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi rojan e di bin dorpêça çeteyên DAIŞ, HTŞ’ê û dewleta Tirk de ye. Bajarê ku gel li ser bingehê seferberiyê gel kolan kolan, tax bi tax hebûna xwe lê diparêze, di bin êrişên giran ên çeteyan de ye û ji ber qutkirina avê, kerabê û nebûna sotemeniyê rewşek dijwar a mirovî dijî. Li gel agahiyên ku dewleta Tirk jî ji milê sînor ve hêzê dikşîne ber Kobanê, ji ber nebûna sotemeniyê herî dawî pênc zarokan jiyana xwe ji dest dan, li gundewarên başûrê Kobanê çeteyan gelek komkujî pêk anîn.Nûçegihan Berçem Cûdî rewşa dawî ya li Kobanê ragihand.

Berçem Cûdî bal kişand ku êrişên niha yên çeteyên HTŞ’ê yên bi hevkariya dewleta Tirk pêk tîne ji her alî ve dişibe êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de û wiha domand: “Wê demê jî dorpêçek pir mezin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dihat pêkanîn. Ji av, kerabe û gelek pêdiviyên jiyanê bêpar mabû. Dorpêçek mezin hebû.”

Berçem Cûdî anî ziman ku li kêleka êrişên pêk tên, gelê gundewarên Kobanê rojane kiryarên van çeteyan dijîn û wiha axivî: “Gelek gundên Kobanê nêzî Sirînê û Eyn Îsa ne. Ev her du bajarok jî niha di destê van çeteyan de ne. Ji ber vê jî ev çete hewl didin xwe bigihînin gundên ku Kurd lê dijîn û komkujiyên mezin pêk bînin. Zehmetî û metirsiyekî mezin li ser gel heye.”

Li ser rewşa mirovî ya ku Kobanê di nav de dijî Berçem Cûdî ev agahî dan: “Ger em behsa aliyê mirovî ya Kobanê bikin, bi rastî jî aloziyek pir mezin heye. Navenda Kobanê biçûk e lê halê hazir dilê wê ji her demê mezintir bûye. Koçberên ku ji gelek bajarên ev çete êriş birine ser koçber bûne, hene. Ji Reqa, Tebqa, Eşrefiyê, Şêx Meqsûd, Eyn Îsa û Sirînê koçberan berê xwe dane Kobanê. Ji gundewarên ku niha bûne eniyên şer koçberiyek mezin a ber bi Kobanê ve heye. Kobaniyan malên xwe ji bo wan vekirine. Ji ber ku hejmar ewqas zêde ye êdî mal têrê nakin. Ji bo vê di dibistanan de, di baxçeyên zarokan de û li cihên cûda ev koçber hatine bicihkirin. Pêdiviyên jiyanê li gor şert û mercên heyî ji bo wan tên pêydakirin. Li kêleka vê bi rastî jî rewşa bajêr ji her alî ve nebaş e. Kobanê niha bê av û bê kerabe ye. Krîza kerabe û înternetê jî herî dawî derket. Sotemenî ber bi xilasiyê ve ye. Pêdiviyên jiyanê rojane ji bajêr kêm dibin. Bajar ji her alî ve dorpêçkirî ye. Çarenûsa bi sedhezaran Kobaniyên ku li vir dijî ber bi nediyariyê ve ye. Ev dorpêç ger dewam bike dê aloziyên pir mezin xwe bidin der. Ji ber sermaya zêde û nebûna derfetên jiyanê yên bi tendirust zarokan jiyana xwe ji dest dane.”

NÛJINHA / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.