Rewşa Ebdo yê 4 salî giran e

Yekşem 9 Çile 2022 - 22:36

  • Bavê zarokê bi navê Ebdo Henîfî yê ku lingê wî ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê jê bûye, Mistefa Henîfî piştrast kir ku rewşa kurê wî gelekî giran e. 

Bavê zarokê bi navê Ebdo Henîfî yê ku lingê wî ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê jê bûye, Mistefa Henîfî piştrast kir ku rewşa kurê wî gelekî giran e. Wî got, rewşa malbata wî ya ku gelek endamên wê birîndar bûne jî ne baş e.

Mistefa Henîfî yê ji gundê Qeremoxê yê li rojhilatê bajarê Kobanê got, "Em li pêşiya malê rûniştibûn. Ebdo jî li pêşiya malê dilîst. Ji nişkan ve top bi ser me de hatin. Di encamê de 2 zarok û 4 jin ji malbata min birîndar bûn."

Mistefa Henîfî wiha dewam kir: "Rewşa Ebdo ne baş e bi taybet piştî ku lingê wî hat qutkirin. Rewşa hevjîna min û xwişka wê jî ne baş in û ew niha li nexweşxaneyeke Reqayê ne. Rewşa hevjîna birayê min gelek xeter e û ew jî birin nexweşxaneyeke Minbicê. Rewşa hevjîna birayê min ê din jî, hinekî baş e û li nexweşxaneyeke Kobanê tê dermankirin lê rewşa keça wê ya yeksalî ne baş e ji ber ku bermahiyên topan di lingê wê de ne."

Dewleta Tirk a dagirker gava ku pêr bi êvarê bajarê Kobanê topbaran jinek li gundê Xanê şehîd bû, 12 welatî di navan wan de jin û zarok, birîndar bûn.

Gundên Til Hacib, Qeremox, Goran, Xanî, Serzorî û Gultepe li rojhilatê Kobanê jî hedef hatin girtin.

Ji bo piştgiriya Ebdo Mistefa Henîfî yê lingê wî jê bûye, li ser malperên tevna dîjîtal hemleya Hashtagê bi navnîşana "Ez ne terorsît im, lingê xwe dixwazim" hat destpêkirin. 

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.