Cûdî Mardînlî ji Qamişloyê ye û koçberî bajarê Awusturyayê Linzê bûye û li wir li Zanîngeha Hunêr a Linzê xwend. Di teza xwe ya qedandinê de ew behsa sirgûnê dike. Cûdî Mardînlî bi xwe di ser "Flüchtlingsinitiative More" re karîbû li Zanîngeha Huner a Linzê "Kunstuniversität Linz" bixwîne.

Ew dibêje, ji ber sedemên malbatî hîna 6 salî ew ji Helebê bar dikin Hesekê û ji wir jî bar dikin Qamişloyê. Li vî bajarî mamosteyên Beesî ji ber ku bi Erebî nizanîbû, lêxistine. Lewma wî hingê tenê bi Kurdî zaniye. Ew li Şamê li ser daxwaza bavê xwe ziman û wêjeya Ingilîzî û Emerîkî dixwîne. Gava ku sala 2014'an xwendina wî diqede, ji bo ku eskeriyê ji rejîmê re neke, ew sirgûnê tercîh dike. Ew li Awusturyayê dibe penaber û huner dixwîne. Navê teza wî ya qendandinê jî "Rêwîtiya ne bi dilxwazî - şanoyeke wêneyan bi sahneyên neheqiyê" ye.

Yek tiştên ku wî heta bi Awusturyayê bi xwe re biribû kitêba bi navê Common Mistakes in English (Şaşiyên amî bi Ingilîzî) bû – wî dixwest xwe bigihîne Ingilîstanê. Di wêneyê ji bo tezê de mirov bi hibra reş rêwîtiya wî heta bi golê û qaqlîbazan yanî sembola jiyana wî ya nû dibîne.

LINZ