Rêveberiyê pirsgirêka cotyaran çareser kir

Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:27

  • Li Reqayê êdî rojê hezar û 700 ton garis jî wî karibe bê ziwakirin. 

Li Reqayê êdî rojê hezar û 700 ton garis jî wî karibe bê ziwakirin. 

Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê xebatên firehkirina kargeha ziwakirina garis aniye ber temamkirinê.

Çav li rê ye ku karê berferehkirinê beriya destpêkirina destpêkirina çinîna garis amade be. Kapasîteya ziwakirinê ya rojane heta îro rojane 700 ton bû, piştî temamkirina karê berferehkirinê, rojê hezar û 700 ton garis wê karibe bê ziwakirin.

Garis li Reqayê yek ji berhemên stratejîk e, ji ber ku li vê herêmê ax û avhewa guncaw e. Rêjeya zeviyên avî yên garis li Reqayê digihîje ji sedî 80´yî.

Par hilberîna her donimek garis gihiştibû tonekê.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.