Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî madeya 126ʹan a qanûna cezayên giştî, 20 girtî berdan.

Li gorî madeya 126ʹan a qanûna cezayên giştî, Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 20 girtiyên di girtîgeha Xiwêran a navendî ya bajarê Hesekê de berdan.

Li gorî madeya126ʹan, mehkûmê/a ku ji çaran, sêyeke dema cezayê wê/wî derbas kiribe, tê berdan. Ji bo qanûn lê be, divê rêveberiya girtîgeha navendî piştrast bike ku mehkûm di miameleyên xwe yên xebatkarên girtîgehê û girtiyên din re rast û durist bûye.

Tê payîn ku li gorî biryarê, hejmarek girtiyên di girtîgeha Elaya ya bajarê Qamişloyê de jî werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN