- Rêveberiya Xweser di destpêkê de îşaret bi tirkkirina herêmên dagirkirî kir û got, “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rewşa Sûriyê û herêmê tevlîhevtir bike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê şermezar kir û teqez kir ku ew ê bi derfetên xwe hemûyan herêmê biparêze.
Bi dehan endamên Meclisa Rêveber û Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li Reqayê kom bûn. Hevserokê Meclisa Rêveber, Ebid Hamid El-Mihbaş daxuyanî xwend.
Rêveberiya Xweser di destpêkê de îşaret bi tirkkirina herêmên dagirkirî kir û got, “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rewşa Sûriyê û herêmê tevlîhevtir bike. Piştî zêdetirî 10 salan ji destwerdanê, ku di encamê de tevlihevî derket û dagirkerî, parçebûn û destekdayîna terorê pêk hat, çanda Tirkî li ser civaka Sûriyê ferz kir, îro dewleta Tirk hewl dide qada dagirekriya xwe bi rêya gefa yekser a dagirkirina axa herêmê bi kûrahiya 30 km li ser sînorên bakur Sûriyê firehtir bike.
Dewleta Tirk armanc dike nasnameya herêmên dîrokî yên li ser sînorên Sûriyê biguherîne. Wan herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Her wiha dixwaze binesaziya mirovî ya wan herêman biguherîne.”
Ji terorîstan re cihekî ewle çêdike
Rêveberiyê ev siyaset weke siyaseta jenosîdê bi nav kir, û wiha dewam kir: Hemû rêxistinên terorîst û şaxên wan, van herêmên ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike, wekî cihekî ewle ji xwe re bibînin.”
Rêveberiya Xweser wekî din got, “Dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên têkildarî herêmê yên ku di navbera wê û Rûsya û Emerîkayê de hatine îmzekirin, binpê dike. Gava keysa xwe lê tîne, karekî leşkerî bike, ew hedê xwe derbas dike û qanûnên navneteweyî binpê dike.
Nîşaneya wê jî, ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriyê û heta niha bi rêya avê, ew şerê zêdetirî milyonek kesî dike yên ku ji peravên Xabûrê heta bi Hesekê dimînin.”
Rêveberiyê bang li hêzên garantor jî kir û got, "Em teqez dikin ku divê aliyên garantorên agirbestê, berpirsiyariyên xwe li Sûriyê pêk bînin, sînoran ji van kirinên dewleta Tirk re deynin.”
Rêveberiya Xweser wekî din misopger kir ku ew ê “bi hemû derfetên xwe destketiyên gel û rêgezên şoreşa gel a demokratîk” biparêze, “parastina herêmê bidomîne û nehêle ku dewleta Tirk atmosfereke ji bo zindîkirina DAIŞ`ê û têkbirina aramî û ewlehiyê” li herêmên wê, ava bike.
ANHA/REQA