Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya ji 9 xalan eşkere kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Yasir Silêman têkildarî mijarê got, “Vê dawiyê di dosyaya Sûriyeyê de gelek tevgerên dîplomatîk çêbûn. Di navbera hikûmeta Şamê û dewletên Ereban de ji bo çareserkirina aloziyê tevgerên dîplomatîk hene. Ji bo biserxistina van tevgeran, divê Rêveberiya Xweser beşdarî wan hevdîtinan bê kirin. Rêveberiya Xweser beşekî mezin ê gelê Sûriyeyê temsîl dike û nabe ku were dûrxistin."

Yasir Silêman, beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê wekî vexwendina aliyan ji bo diyalogê û peyamekê ji bo NY′yê, dewletên di dosyaya Sûriyeyê de aktîv û dewletên Ereban ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziyê re, nirxand û got, “Ji bo ku encam ji vê beyannameyê werin girtin, wê dîplomatên Rêveberiya Xweser bi aliyan hemûyan re peywendiyê deynin.”

 

Beyanname gelekî girîng e

Nivîskarê ji Sûriyeyê Hesan Yûnis jî der barê mijarê de got, “Rêveberiya Xweser piştrast kir ku serwet milkê tevahiya Sûriyeyiyan e, ev jî tiştekî pirr girîng e."

Yûnis têkildarî xala 3`yan a têkildarî pêşwazîkirina koçber û penaberên jî got, “Ev xala 3`yan jî gelekî girîng e. Nexasim ku li hin welatên ku hewl didin bi rêbazên dermirovî ji Sûriyeyiyan xilas bibin, Sûriyeyî rastî nîjadperestiyê tên. Di vê demê de ev tiştekî nû ye û wê destekê bide koçberên Sûriyeyî."

Hesan Yûnis wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de diyalog heye. Ev diyalog hinekî rûtîn û bê encam bûye. Her aliyek xwedî hin pîvanan e. Pêwîstî bi ziman û nihêrîneke cuda heye. Divê rêbazeke din ji bo diyalogê bê bipêşxistin, ji bo ku encaman bi xwe re bîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN