Rêtaw pirek e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Nîsan 2021 - 03:31

  • Zanyar Muhammadineko: Em di navbera festîval û sînemagerên Kurd de weke pirekê ne. Gelek film li ber destê me hene ji bo belav bibin. Em dixwazin, festîval saziya me wek nûnereke filmên Kurdî nas bikin û bi me re wiha têkiliyê deynin.

ARDÎN DÎREN

 

Karê belavkirina filmên Kurdî yek ji wan pirsgirêkên herî mezin e li ber sînemaya Kurdî. Saziya bi navê Rêtaw, hewl dide ku vê pirsgirêkê çareser bike û bibe bersiv. Rêtaw bi armanca ku di navbera festîval û sîngemagerên Kurd de bibe pirek, hatiye damezirandin. Em li ser vê mijarê bi berpirsyarê Rêtawê, Zanyar Muhammadineko peyivîn û wî jî texsîr nekir, tûrikê xwe ji me re vala kir. Ew dibêje, "Em carinan nikarin bi navê Kurdistanê filman bişînin festîvalan, wî çaxî di navbera me û festîvalan de qutbûnek çêdibe. Ji lewma em ji hin festîvalan dixwazin ku ew beşeke taybet ji bo sînemaya Kurdistanê ava bikin."  

Çima navê Rêtawê li saziyê hat kirin? Rêtaw ji ber kîjan pêdiviyên sînemayê hate damezirandin? 

Rêtaw bi kurtî Rêya Tavê ye, ez bawer dikim Kurd hemû pirr zelal wateya wê fêhm dikin. Mebesta me ji vî navî, girîngbûna tavê ye ku hêma û nîşaneyeke sereke ye ji bo me Kurdan hemûyan. Her wisa girêdaneke wê ya bi rê û armanca gelê xwe re jî heye. Me hîs dikir ku di nav sînemaya Kurdistanê de kêmasî di beşa belavkariya filman de heye. Ji ber wê, mixabin pirrî caran berhemên baş ji bo ku baş nayên belavkirin, li festîvalên sereke yên cîhanê nayên nîşandan û nasîn. Me ev yek li hember sînema û sînemagerên Kurdistanê weke pirsgirêkek dît. Ji ber nebûna belavkariya filman, Rêtaw hate damezirandin. Di vê çarçoveyê de em bawer dikin û hîs dikin ku me ji bo sînemagerên Kurd kolektîfek baş ava kiriye. Em ê hewl bidin ku xwe bigihînin her aliyê Kurdistanê.

Rêtaw çawa dixebite, sînemager çawa xwe digihîninê yan Rêtaw xwe digihîne wan? Ew bi çi awayî dikarin filmên xwe ji Rêtawê re bişînin?

Wek sazî her tişta me fermî ye. Şert û mercên me diyar in û rêziknameyeke me ya piçûk heye. Kesên bixwazin bi riya formekê dikarin bi hêsanî filmên xwe bişînin ji me re. Vî zemanî ji bo peywendiyê rê û rêbaz hêsan bûne. Em zêdetir li ser torên civakî çalak in û kesên filmên wan hene, bi vê riyê bi me re têkeliyê datînin. Helbet ji bo ku em sînemagerên Kurdistanê bi pirranî nas dikin, li gorî me hêsan e ku em bi wan re têkeliyê deynin û bi hev re dan û stendinê bikin.

Karê belavkirina filmên Kurdî pirr qels e, hema bêje tineye. Rêtaw ji çar aliyên Kurdistanê filmên Kurdî digire û belav dike. Zehmetiyên karê belavkirinê çi ne li Kurdistanê?

Ji bo ku dewleteke me ya serbixwe tine ye, sînemagerên me ji hev dûr ketine. Komkirina ewqas sînemagerên Kurd ji çar aliyên Kurdistanê jî zehmet e, lê dîsa jî bi qasî ku derfetên me hene, em têkiliyan çêdikin û me heya cihekî jî têkiliyên baş ava kirine û haya sînemageran ji me heye. Lê pirsgirêka me ya mezin ew e ku em carinan nikarin bi navê welatê xwe filman bişînin festîvalan, wî çaxî di navbera me û festîvalan de qutbûnek çêdibe û ew tênagihîjin. Ji lewma em ji hin festîvalan dixwazin ku ew beşeke taybet ji bo sînemaya Kurdistanê ava bikin da ku em karibin filman bi hêsanî bişînin ji wan re. 

Heya niha we bi festîvalên dinyayê re têkiliyên çawa ava kirine?

Wek saziyeke sînemayê ya Kurdistanî, gelek xebatên me hene. Em di navbera festîval û sînemagerên Kurd de weke pirekê ne. Gelek film li ber destê me hene ji bo belav bibin. Heya niha me bi gelek festîvalên dinyayê re têkiliyên xurt ava kirine. Em dixwazin bi wan re bicivin û pirsgirêk û astengiyên sînemaya Kurdan li gel wan jî nîqaş bikin. Em dixwazin, ew saziya me wek nûnereke filmên Kurdî nas bikin û bi me re wiha têkiliyê deynin yan jî biaxivin.

Wek Rêtaw bangewaziya we ji bo sînemagerên Kurd çi ye? 

Em dizanin ku sînema ji bo gelê Kurd hunerekî girîng e, bi vê rê û rêbazê em dikarin pirs û pirsgirêkên xwe bigihînin quncikên dinyayê hemûyan û bala dinyayê bikişînin ser wan. Her wiha sînema dikare civaka Kurd ya ku li her derê dinyayê belav bûye, nêzîktirî hev bike. Sînema dikare hîs, xewn û xeyalên hevpar ji bo me ava bike. Divê sînemaya Kurdî jî weke sînemayeke serbixwe nasnameya xwe li her derî diyar bike û bi vê yekê bijî. Em wek saziya Rêtaw deriyên xwe ji bo sînemagerên Kurdistanê hemûyan vedikin, em amade ne ku di navbera sînemagerên Kurd de pirekê ava bikin û têkiliyên xwe bi pêş bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.