Arkeologên Misrî li Perestegeha Esna ya li Misrê, li ser dîwaran resmên ku bircên zodyakê teswîr dikin dîtin. Cihên ku resm lê hatine dîtin nêzî bajarê kevnar Luksorê ye. Zodyak di derbarê astrolojiyê de weke salnameyekê ye û xelkê li gor bircên zodyakê di derbarê siberojê de texmînan dikir. Versiyonên zodyakê her çiqas li gor çandên şaristaniyan guherî bin jî heta roja îro hatine. Yanî zodyak pergala stêrk û gerstêrkan e û dema mirov li asîman dinihêre mirov bi zanîna vê pergalê baştir ji astrolojiyê fêhm dike.

Heyamên berê, nexasim jî şaristaniyên kevn ên Misrî ji bo mezel û lahîtên xwe bineqşînin ji zodyakê sûd werdigirtin. Li ser qir û qafên kevnar jî dîsa bircên zodyakê dihatin resmkirin. Her wiha di metnên astrolojîk de jî girîngiya zodyakê zêde bû. Lê li perestgehan kêm caran resmên ku zodyakê hatine dîtin. Ji lewma jî ev resmên nû yên ku hatine dîtin girîng in û beriya 2 hazar salan hatine çêkirin. A rast ev resmên zodyak zûde ye li perestgehê hebûn lê di bin qirêjiyê de nehatine kifşkirin.

Zodyak piştî Misrîyan ji hêla hin dewletên Yewnan jî hate qebûlkirin. Lê di eslê xwe de bingeha zodyakê şaristaniya Babîl e. Lê bi wextê re versiyonên cihê yên astrolojîk ango zodyakê li dinyayê belav bûne û li gor her çandê birc bi sembolên cur bi cur tên temsîl kirin. Resmê ku li Misrê hatiye kifşkirin jî Birca Kevanê temsîl dike û dûva wî jî weke ya dûpişkan e. Her wiha resmê li ser dîwar hatiye dîtin bi rengan hatiye xemilandin.

NAVENDA NÛÇEYAN