Resmekî nû yê Paul Cezanne kifşkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:51

Gava Paul Cezanne hîna ciwan bû bavê wî li Fransayê, li Aix-en-Provence malîkaneyekê kirî bû. Weke gelek hunermendan Paul Cezanne jî dîwarên vê malîkaneyê weke tuwalekê bikaranî û gelek resman li ser van dîwaran çêkir. 

Di sala 2023’an de gava ku malîkane hate restorekirin li ser dîwaran resmekî Paul Cezanne ku berê nehatibû dîtin hatibû kifşkirin. Beriya ku ev resmê wî yê li ser dîwar were kifşkirin dîrokzanên hunerê, hunermend û xwişka Paul Cezanne li malîkaneyê 9 berhemên Paul Cezanne dîtibûn. Ev berhem di sala 1899’an de hatibûn firotin. 

Resmên ku li ser dîwaran hatibûn dîtin li ser tuwalan bi cih kirin û belavî muzeyên cuda kirin. Lê ev resmê ku nû hatiye dîtin di nava van 9 berheman de nîn bû.

Ev resmê Paul Cezanne yê ku nû hatiye dîtin di bin kaxez û alçiya dîwarê malîkaneyê de maye. Paul Cezanne di vî resmê xwe de behrekê teswîr dike. Li ser behrê jî keştiyan xêz kiriye. Lê ji ber hin hêlên resm herifîne resm baş nayê xuyakirin. Ji lewma jî pispor hewl didin tiştên ku Paul Cezanne di vî resmî de teswîr kirine temam bikin ango fam bikin wî çi xêz kiriye.

Paul Cezanne şêwekarekî post-empresyonîste ku di navbera salên 1839-1906’an de jiyaye. Tabloyê wî yê herî navdar jî yê bi navê “The Card Players” e ku wî di salên 1890’î de çêkiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.