Parastou Forouhar, keça Wezîrê berê yê Îranê Daryûş Forouhar got, bavê wê beriya ku were kuştin bi Abdullah Ocalan re bi telefonê axiviye. Forouhar û hevjîna wî dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Romayê bû, hatin kuştin.
Rojnamevan Perwer Yaş di nûçeya xwe de vê reşkujiyê weke bûyereke nehatiye rohnîkirin destnîşan dike û bi gelek mînakan dostaniya wî ya bi gelê Kurd re nîşan dide.
Di pêvajoya komploya navnetewî de ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û heta 15'ê Sibata 1999'an bi revandin û êsîrkirinê bi dawî bû, du cînayet çêbûn ku hê jî nehatine rohnîkirin. Yek jê kuştina Şêwirmendê Kêmaran ê Serokdewletê Rûsyayê Yeltsîn, Galîna Starowojo bû ku Starowojo yek ji wan siyasetmedaran bû ji bo Ocalan statûya siyasî diwest. Ya dî jî 21'ê Mijdara 1998'an kuştina Wezîrê Xebatê yê berê yê Îranê Darîûs (Daryuş) Forouhar û hevjîna wî Pervaneh bû.
Forouhar ku her wiha lîderê Partiye Milet a îranê bû, dema ku ew û hevsera wî bi hovîtî hatî kuştin medyaya Tirk bi sernava, ''Çavtirsandina Italyayê'' da. Di nûçeyekê de ku 2009'an di rojanemeya Tirk Tarafê de hate gotin ev cînayet ji hêla MÎT'ê ve hatiye kirin. Li gorî wê nûçeya bi dîroka 9'ê Nîsana 2009'an bersûcê Ergenekonê Mustafa Ozek di nameyekê de ku li mala wî hatî dîtin, kesekî bi navê 'Başkan' (Serok) dihate binavkirin, peywirdarê MÎT'ê, dema ku çûyî Tehranê Forouhar hatiye kuştin. Di nûçeyeke BBC ya serwîa Farsî de ku 2004'an weşiyayî hate îdîakirin ku Forouhar ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kuştin.
Keça Forouhan Parastou Forouhar ku li Elmanyayê dimîne li ser dostaniya bavê xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan û lîderên din ên Kurd re axivî û qal kir ku çawa bavê wê ji bo Kurdan qirqilî ye.
21'ê Mijdara 1998'an komeke xilbe bi ser mala Foroharan de girtin û wî tevî hevjîna wî bi kêran kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN