Reşikên welatên xwe!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:00

  • Zarokek çardeh salî birastî hewl daye Komareke ku bi milyonan leşker û polîsen wê hene hilweşîne? Mazlûmê çardeh salî bi çî xwe êrişî vê dewletê kiriye ku ev dadgeh li hember Mazlûm ewqas kîndar e? Ji bilî Kurdbûne wekî din çi sucê Mazlûm heye?

FERAT KEVIR

Têgeha edaletê û lingên ku wê diparêzin jiyanê ji mirov û mirovatiyê re çawa dikin dojêh bi serpêhatiyan teqez e. Her çiqas ev têgeh bi qanûnan hatibe eşkerekirin jî diyardeya wê wijdanê wan kesên ku biryar didin e. Dewletê têgeha edalatê li gor xwe şîrove kiriye û ew xistiye bin xizmeta siberoja xwe de. Derûdora vê têgehê bi alav û amûrên xwe pêçane. Edalet ji exlaq û wijdan şûştiye. Kiriye amûrek ku wê û hevalbendê wê biparêze. Heger hebûna wan bikeve xeterê, bi destên hêzên çekdar yên ku di bin emrê wan de ne, vê xeterê berjêr dikin. Ji bo wan qanûnên ku wan bi xwe danîne jî ne grîng in. Kengî bixwazin qanûnanan li gorî xwe û hevalbendê xwe ji nû ve şirove dikin û azadiyeke bê sînor didin wan.

Dikarin kesên ne ji wan, bikujin, tecawizî wan bikin, têxin hepse yan jî êşkence li wan bikin. Edaleta serdestan çi dike? Kujeran xelat dike û bi vê re jî kujerên nû motîve dike.  

Rêzefilma ‘When They See us’

Komek xortên çardeh panzdeh salî yên ku çermê wan ne spî, li parka nêzîkî mala xwe kom dibin û kêf dikin. Di wê navberê de çend çerm spî jî li parkê dimeşin. Xortên me bi coş in, henekan li wan dikin û di ber wan re derbas dibin. Heman demê dîsa jineke çerm spî bi cilên xwe yên bazdanê ji xwe re rîtûela xwe ya rojane dike û di nava parkê de baz dide. Ev kêlî êdî jiyana wê jinê û wan zarokan heta hetayê diguherîne. Belê, ev mijara rêzefilma “When They See us” e. 

Dikevin pey nêçîra reşikan

Kesekî ne diyar dest diavêje jinê, tecawizî wê dike. Tecawizkar derbên mezin li jinikê dixe. Zilam jinê di nav parkê de, di kêliyeke asê de li ber mirine berdide. Piştî bi saetan jin, nîvmirî tê dîtin. Dema serdest çerm spî bin û zirar li çermspîyekî bûbe, êdî qanûn, exlaq û wijdan ji dewrê derdikevin û dewsa wê tolhildaneke bi pêşdaraz digire. Çawa dozger tê ser qada bûyerê, emrê girtina reşikên li dora wê parkê dide. Polêsên ku ji doh ve ji van reşikan aciz in, dest bi nêçira wan dikin. Di dawiyê de pênc xortên ku hê kamil nebûne, dixin nezaretê. Herçiqas qanûnê gotibe, “zarokek bêyî dê û bav yan jî xwediyekî kamil nikare bê dadgehkirin” jî polês û dozger qanûna xwe binpê dikin. Heya malbat bi zarokan ve tên, polês zarokan ditirsîne û tecawizê bi zarokan didine qebûlkirin. Dozger ji polêsan delîlên şênber dixwaze. Polês îfadeyên derew ji zarokan re amade dike û li hember kamerayê vê îfadeye bi zarokan dide gotin. Wekî din jî polês malbatan tehdît dike û bi zorê van îfadeyan bi malbatan jî dide erêkirin. Dozger doza xwe vedike û dadger jî vê dozê qebûl dike. Zarokên me yên ku haya wan ji bayê felekê nîne, tenê ji bo ku çerm reş in, wek tecawizkar tên dadgehkirin. 

Reşikan bi tecawizê tawanbar dikin

Malbat ji bo zarokan parezer digirin û gelek delîlên şênber ku tu elaqaya van zarokan bi vê bûyerê re nîne, pêşkeşî dadgehê dikin. Li qada bûyerê xwîna  kesekî şeşan tê dîtin. Xwîn li xwîna her pênc zarokan nayê. Hê sê zarok balix jî nebûne. Yanî haya wan ji tekiliya zayendî jî nîne. Medya li ser dozê disekine û li hember van zarokan propaganda dike. Hetta Danold Trumpê ku Serokatî li Emerîkayê  kir di wê deme de bi hezar dolaran alîkariye dide medyayê da ku van zarokan sûcdar bide xûyakirin û bidarvekirina wan dixwaze. Di encamê de dadgeh û juriya dadgehê çavên xwe ji van delîlên şênber re digirin. Her pênc zarok bi sûcê tecawize tên cezakirin. Çar jê ji ber emrê wan çardeh e, di hepsa zarokan de dimînin. Yek ji wan jî ji ber ku şazdeh saliye dikeve hepsa mezinan. Bêgûman ji bo zarokekî yan jî mezinekî bê sûc zindan dijwartir dibe. Xortên me di navbera 6 û 13 salan de di hepsan de dimînin. Çar jê bi şertê başbûne tehliye dibin ango tên berdan. Piştî ku tên berdan jî cezayê wan dewam dike. Civak û dewlet bi çavê tecawizkaran li wan dinêrin. Wan qebulî nava xwe nakin. Xortê me yê 16 salî  jî di hepsê de gelek êşkence lê dibe. Ji ber ku ew jî wek tecawizkarê jineke çermspî tê dîtin him ji aliye gardiyanan him jî ji aliye mehkûman ve êşkence lê tê kirin. 

Rengê çermê wan bes bû 

Rojekê mehkûmek nêzikî xortê 16 salî dibe û jê re qala bûyera jina ku li wê perkê tecawizî wê hatibû kirin, dike. Wijdanê zilam dike ku ew sûcê xwe eşkere bike. Dozgereke bi wijdan gotinên zilam cidî digire û dozê dîsa ji nû ve vedike. Di encamê de dibînin ku tu elaqeya wan zarokan bi bûyerê nîne. Ev sûc ji stûyê zarokan derdikeve. Dewlet tazmînateke mezin dide wan. Lê bes ti pere salên wan zarokan yên di hepsê de û psîkoljiya wan a ne baş bi paş ve nikare vegerîne. Tenê tişta ku mirov rehet dike, eşkerekirina neheqiya ku li wan zarokan hatiye kirin e. Li gorî feraseta çerm spiyên serdest sûcê wan zarokan reşbûna çermê wan bû. Carna di nav serdestan de jî dozger-dadgerên bi wijdan derdikevin û kêm zêde qanûnên dewleta xwe pêk tînin. Îcar emê niha ji  “When They See Us” a Emerîka werin kolanên Kurdistanê. 

Hîmê xwe li ser qirqirinê daniye

Ji destpêka avakirina Komara Tirkiye heta îro dewleta Tirk hîmê xwe li ser qirqirina Kurdan daniye. Ne tenê di dema me de berî bi 90 salan, bi qanûnên xwe yên çewtomewto Kurd dadgeh kirine, girtine û bi dar ve kirine. Di dîroka Komara Tirkiyê de mînakên bi vî rengî pirr in. Emrê gelek zarokan mezin kirine û bi dar ve kirine. Gelek extiyar, emrê wan piçûk kirine û dîsa bi dar ve kirine. Gelek caran jî qanûnên ku wan bi xwe danîne binpê kirine. Û qanûn li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîne. 

Serpêhatiya Mazlûm Îçlî

Mazlûm Îçlî zarokekî Amedî ye. Serpêhatiya  wî û gelek hevalên wî trajediyeke mirovahiyê ye. Mazlûm ê çardeh salî di emrê xwe yê piçûk de ji ber tiştekî ku nekiriye di zindanê de ye. Di wan rojan de ku Kurdan ji bo Kobanî çalakî li dar xistin, gelek şêniyên bajêr ji aliyên kesên nediyar ve hatin kuştin. Hêzên dewletê jî piştî bûyerê derketin kolanan û dest bi nêçira Kurdan kirin. Mazlûm jî di nêçîreke wisa de tê binçavkirin. Bêgûman mayîna zarokekî di binçavan de li gor wijdan, exlaq û qanûnan tiştekî ne di rê de ye. Lê dema mesele bû Kurd, polîs û edelata Tirkiye guhên xwe kerr û çavên xwe jî kor dikin! Ne li wijdan û exlaq û ne jî li qanûnên xwe guhdarî dikin. 

Ji bilî Kurdbûnê çi sûcê wî heye?

Mazlûm ê piçûk piştî dikeve nezaretê, derkdikeve hemberî dadgehê. Mazlûmê me pê dihise ku bi kuştina kesan û bi armanca xirakirina Komara Tirkiye tê dadgehkirin. Baş e! Lê di vir de pirsgirêkeke mezin heye. Bê exlaqî û bê wijdanî heye. Çiye ev? Kesên ku Mazlûm dadgeh dikin kî ne gelo? Di destên wan de çi delîlên şênber hene? Mazlûm birastî jî kujer e? Zarokekî çardeh salî birastî hewl daye Komareke ku bi milyonan leşker û polêsen wê hene, hilweşîne? Mazlûmê çardeh salî bi çî xwe êrişî vê dewletê kiriye ku ev dadgeh li hemberî Mazlûm ewqas kîndar e? Ji bilî Kurdbûne wekî din çi sûcê Mazlûm heye? Gelo sûcê vî zarokî navê wî ye? Ev dewleta ku ewqasî ji hêrifandina xwe ditirse, gelo kujerê çend Mazlûman e? 

Roja bûyerê Mazlûm ne li Amedê ye!

Tişta ku mirov herî zêde aciz dike jî ev e! Ti sûcê te nîne û tu sucdar tê dîtin, tê dadgehkirin û emrê xwe di zindanan de derbas dikî. Mazlûm roja ku ev bûyer qewimiye, tam 140 kîlometreyan ji devera bûyerê dûr bûye. Yanî roja bûyerê Mazlûm ne li mala xwe ye! Ne li taxa xwe ye. Roja bûyerê Mazlûm ne li Amedê ye. Roja bûyere Mazlûm li gundekî Pasûrê (Kulp) bûye. Di saetên qewmînê de Mazlûm bi bavê xwe re li ser kar  bûye. Ew deqeyên ku ew kes hatine kuştin, Mazlûm di destê wî de tembûr û li ser dikê li pişt bavê xwe bûye. Yanî Mazlûm di kêliya bûyerê de 140 kîlometroyan ji wê deverê dûr bûye!

Belê, rewşa Mazlûmê zarok ev e! Gelo delîlên şênber hene ku Mazlûm wê rojê û di wan saetan de 140 kîlometroyan ji cihê bûyerê dûr e? Erê hene! Ne tene delîlek, bi dehan delîlên şênber hene ku Mazlûm wê rojê, wê kêliy qewmînê 140 kçlometroyan ji ciyê bûyerê dûr e*. 

7 salên di hepsê de yên bê delîl

Baş e! Gelo di destê dadgehê de çi delîlên şênber hene? Dîmenên Mazlûm yên roja bûyerê  hene? Na! Kêr û çek? Na! Dewsa tiliyên wî li cihekî hene? Na! Ê naxwe çi heye? Ti tişt nîne! Naxwe ev çi ye? Ev çi hal e? Çawa dikarin bi hêsanî zarokekî bêguneh sûcdar bikin û bavêjin zindanan.

Çawa dikarin wisa bi rehetî jiyana zarokekî serobino bikin! Navê vê dijminatî ye. Bê wijdanî û bê exlaqî ye. Ev kes çawa dikarin bi rehetî li rûyê zarokên xwe binêrin!?

Reşikê Komara Tirkiye jî Kurd in. Heger tu li Tirkiye Kurd bî û navê te jî Mazlûm be ji bo tinekirina te her rê rewa ye. Mixabin Mazlûm ev heft sal in di zindanê de ye. Şensekî wî ku bi  şert tehliye bibe jî nîne. Û sed mixabin dadger yan jî dozgerekî bi exlaq û wijdan jî nîne ku doza Mazlûm ji nû ve veke û delîlên wî yên şênber li ber çavan bigire û wî ji vê doza ku elaqeya wî pê re tine ye, xelas bike. Dîsa mixabin, dewleta Tirk jî ne ew dewlet e ku bibêje “Mazlûm me neheqî li te kir. Em lêborînê ji te dixwazin. Me deh sal ji emre te xwarin. Ha ji te re tazmînata te!” Gelo wê rojekê 
 
Weke encam

Du serpêhatiyên cuda û wek hev. Du reşikên welatên xwe. Du trajediyên mirovatiyê. Yek li vî alî dinê yek li wî alî dinê. Rengê neheqiyê nîne. Cinse wê jî nîne. Li kê bibe bila bibe, neheqî sûc e! Ti kes ji ber tiştekî ku ne kiribe dive neyê dadgehkirin û hepskirin. Ti kes bê sedem dive kêliyekê jî di zindanê de nemîne. Ti tişt dewsa kêliyeke di zindanê de nagire. Derheqê ti mirovî de dive delîlên derew û îfadeyên derew neyên amadekirin.

Dewlet organizasyoneke bi hêz e! Dewlet vê hêze nikarê li hemberî xelkê bi kar bîne û wan bi derewan sûcdar bike. Reng, nijad, tercîhên mirov çi bin, ferq nake. Mirov beriya her tiştî, mirov e! Ji bo her mirovî nêzikatiyeke bi rûmet û wekhev pêwîst e. 

Helbet rojekê wê deriyê zindanan vebin. Helbet rojekê wê kesên bi salane di nava wan çar dîwaran de ne, derkevin. Heta dilê wan bixwaze wê bimeşin. Heta dile wan bixwazê wê li asîman binêrin. Heta dilê wan bixwaze bi şevan dê li derve bimînin û li gor dilê xwe bigerin li kolanan. Helbet rojekê wê ew derî vebin û êdî em ê jî ji hepsa dilê xwe azad bibin.

* Ji bo agahiyên kite bi kite binihêre li: https://www.gazeteduvar.com.tr/avukat-karaman-mazlum-icli-hukuksuz-bir-sekilde-mahkum-edildi-haber-1544715

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.