HAVAR DERYA / WAN
Li Wanê hosteyê çêkirina pêlavan, Mecît Emen ji keja bizinan, bi motîfên ji serdema Urartuyan mane, pêlavên bi navê “reşik” çê dike. Emen dide zanîn ku li ewrûpayê jî xelk ji wan reşikan dixwaze û wiha dipeyive: “Em çandeke xwe ya li ber nemanê, dewam dikin. Çêkirina wê bi ked û karekî zehmet dibe. Em dikarin cotek reşikî piştî daxwazê bi 15 rojan teslîmî xwedî bikin.”
Mecît Emen, ji 17 saliya xwe ve solker e û 34 sal in vî karî dike. Ev 20 sal in jî ew reşikan çêdike. Mecît Emen wiha behsa serpêhatiya xwe û reşikan dike: “Jineke li Şaxê reşik çêdikirin û ji min re dişandin. Min jî binê wan çêdikir û ew dixistin qaliban û li wê vedigerandin. Wê paşê got, tu vî karî baş dikî, tu jî dikarî reşikan çêkî. Wisa jî min dest bi vî karî kir.”
Ji kejê û kindirê
Mecît Emen dibêje, reşik ji keja bizinên Bazîd û Îdirê tê çêkirin; koçerên li wan deveran ji kejê ta çêdikin û jê re dişînin. Ew dibêje, “Li gorî berê bihatir e, lê em dîsa dikirin û bi kar tînin.”
Li ser qonaxên çêkirina reşikan, Mecîd Emen dibêje, “Helbet qonaxên wê hene; piştî karê hûnandinê diqede, xemilandina bi kulavên rengên xwezayî dest pê dike. Em motîfên herêma xwe [Serhedê] reşikan dixemilînin. Piştî xistina qalib û lêxistina binê pêlavê, êdî reşik temam dibe.”