Serokkomarê Iraqê û serokwezîrê Iraqê derbarê projeyasaya budceyê de civiyan.

Li gorî daxuyaniya serokkomartiya Iraqê, serokkomar Letîf Reşîd û serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî civiyane.

Li gorî heman çavkaniyê di civînê de gelek rayedarên Iraqê jî amade bûn û behsa rewşa siyasî, ewlekarî, aborî û bûyerên dawî hatiye kirin.

Di civînê de hate xwestin ku projeyasaya bûdceyê zû were pejirandin.

BEXDA