Gerînendetiya Parkan a Şaredariya Gel a Kantona Reqayê Parka Qîtar a li bakurê bajêr ku di dema şerê bi DAIŞ’ê re xirab bibû, ji nû ve sererast dike. Xebatên ku 10'ê Sibatê de dest pê kirin, ber bi dawî ve diçin. Li gorî agahiyên ku Serokê Gerînendetiya Parkan Mihemed Şeban dane, park hatiye sererastkirin; darên beylesanê yan jî pelesanê, murcan û hwd. lê hatine çandin.
Li parkê ji bo zarokan 2 qad hatin veqetandin. Li navenda parkê jî hewzeke avê hatiye çêkirin. Ji bo welatiyên ku dixwazin bêhna xwe bidin, hewayekî xweş bigirin jî li nava parke kursî hatine danîn. Park wê hefteya pêş bê vekirin.
ANHA/REQA