Reng û tevna xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tebax 2024 - 00:15

Tevnkarî li dinyayê yek ji sinehetên herî kevn e ku îro jî gelek sinehetkar ji vî karî hez dikin û berhemên xweşik hildiberînin. Hunermenda bi navê Adrienne Lee ku ew niha li Chicago dijî bi berhemên xwe yên xweşik formên kevn ên hunera tevnkariyê zindî dihêle. 

Ew di van berhemên xwe de bi tayê rengo rengo û û şûjinê xweşikiya çîmen, çiya, behr û asîmanan nîşan dide. Gava ew dest bi vî karî dike di serê wê de temayek heye û axlebe ji wêneyên xwe yên ku ew bi xwe di dema gerê de girtine sûd werdigire.

Adrienne Lee dibêje; “Gelek caran ez sê an jî çar wêneyan tînim gel hev û li ber van wêneyan tevna xwe saz dikim. Ji van wêneyan tenê wêneyekî derdixim. Hin caran jî qet referansan bikarnaînim û li gor hîsên xwe tevdigerim. Ez hin caran tiştinan di serê xwe de disêwirînim û beş bi beş vê sêwirandina xwe diqedînim. Di karê min de tiştê herî girîng elyaf e. Divê ji bo berhemeke baş mirov karibe elyafên baş bibîne û elyafekî baş dike ku tu di vî karî de bi ser bikevî.”

CHICAGO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.