MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ/NÛJÎNHA/HELEBCE

 

Hataw Kerîm yek ji wan şêwekeran e ku li Helebceyê heta niha bi temamî şûna hunerê wê li tax û kolan û cihên tendirûstiya Helebceyê heye. Bi wêneyên ku li ser dîwarên tax, kolan, nexweşxane û dibistanan xêz kirine, reng daye Helebceyê.

Hataw Kerîm peymangeha hunerên ciwan a Helebceyê temam kiriye. Ji sala 2013’an ve li dibistana Edîle Xanim a li Helebceyê dersa huner dide. Tevî çend rêxistinan, di betlaneya havînê de dersa şêwekariyê dide û beşdarî çend pêşangehên şêwekariyê bûye û bi wêneyên xwe du pêşangeh vekirine.

 

Li gorî daxwazê dîwaran diresmîne

Şêwekar Hataw got, “Em dîwarên kolanên Helebceyê diresmînin. Bi vi awayî em taxan rengîntir dikin. Kesên ku dixwazin dîwarên xwe bineqişînin gazî min dikin û ez jî li gorî daxwaza wan li ser dîwarên wan resman çêdikim. Ger daxwazên wan nebin, ez jî li gorî daxwaza xwe wêneyên ku peyamên xweş didin, xêz dikim. Ez bêhtir li ser dîwarên nizm resman çêdikim, wêneyên xêz dikim jî ewqasî mezin nînin. Jixwe, qabîliyeta min jî têra resmên ewqasî mezin nake.”

 

Pişgiriyê bidin afirîneriya zarokên xwe

Hataw Kerîm ji dê û bavan xwest: “Di zaroktiyê de giringiyê bi jêhatibûna zarokên xwe bidin. Weke mamosteyeke şêwekariyê ez dibêjim, hay ji afirîneriya zarokên xwe hebin. Dema wan tiştek kir, li pişt wan bin û piştgiriyê bidin wan. Heta ew bigihîjin armanca xwe jî tim bi wan re bin.”