Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya welatiya ku 22`yê Cotmehê li Qamişloyê di teqîna wesayîtekê de şehîd bû, eşkere kir.
Komîteyê ragihand ku di teqîna wesayîteke li nêzî Çarxerêya El Qiwetlî ya li ser rêya Kurnîş a bajarê Qamişloyê de kesa bi navê Remziya Altug şehîd bû û kesekî din birîndar bû.
Komîteyê got: “Şehîd Remziya Kurdeke ji Bakurê Kurdistanê ye, ji ber kiryarên neheq ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdên Bakur berê xwe dabû herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Komîteyê diyar kir ku ew ê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad rêya şehîdan bişopînin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Remziya Altug, li Geverê jidayîk bûye, 22’ê Cotmeha 2023’an li Qamişlo şehîd bû.
ANHA/QAMIŞLO