- HPGê şehadeta Mizgîn Zerya û Zana Gevaş ên li Heftenînê şehîd bûbûn eşkere kir.
HPG'ê agahiyên nasnameyên du gerîlayan ku li Heftanînê şehîd bûne ragihand û got, ''Bi şêwaza canbexş a Apoyî derbên giran li dagirkeran dane, li Cenga Heftanînê bûne sembola lehengî û fedayîbûnê.''
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
‘’Me di daxuyaniya xwe ya 25'ê Tebaxa 2020'an de ragihandibû ku 20'ê Tebaxê li qada Pîrbila ya Heftenînê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Mizgîn û Zana şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne; Ayşe Tucî bi nasnav Mizgîn Zerya ya li Wanê ji dayik bûye û Yakûp Avci bi nasnav Zana Gevaş ê li Wanê ji dayik bûye.
Hevalên me Mizgîn û Zana bi dilsoziya bi şehîdan û Rêbertî re li dijî dagirkeriyê bûne sembola fedaîbûnê. Di pêvajoya Cenga Heftanînê de bi serkeftinên mezin bi şêwaza fedayî ya Apoyî derbên giran li dagirkeran dane, bûne sembola lehengî û fedaîbûna Cenga Heftanînê.
Di serî de serê malbatên du hevrêyên me yên şehîd, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be, berxwedan û helwesta fedayî ya hevrê Mizgîn û Zana ji me re hiştine wê rêya me ronî bike, em sond dixwin ku mîrateya berxwedana pîroz serfiraz bikin.''
ANF/BEHDÎNAN