Rejîmê kolberekî din qetil kir

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:28

Li gorî medya Rojhilatê Kurdustanê pêr bi şev li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê bêyî ku hişyarî bikin gulle li komeke kolberan barandine. Hate diyarkirin ku di encama gulebaranê de kolberek Kurd ê xelkê Bane yê bi navê Şîvan Sehîhî yê 20 salî hate kuştin. Her wiha hate ragihandin ku Şîvan xelkê gundê Bilke yê ser bi Bane ya Rojhilata Kurdistanê bû. Piştî hate qetilkirin cenazeyê wî rakirin nexweşxaneya Selahedînî Eyubî û piştre radestî malbata wî hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.