Rejîmê kolberekî din qetil kir

În 2 Sibat 2024 - 02:35

Kolberekî din ji ber gulebarana hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da. Hat gotin kolberê ku beriya du rojan li devera Newsud di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, kolberek bi navê Cebarî Weysî yê 30 salî yê xelkê gundê Cucar a ser bi bajarê Salasa Bawecanî roja 29’ê Çileyê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de li devera Newsud ji serê xwe bi giranî birîndar bibû. Piştre kolberê birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Kirmaşan û pêr jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.