Rejîmê êrişî kolberan kir: 11 kes birîndar bûn

În 15 Nîsan 2022 - 22:06

  • Hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kir û di encamê de 11 kolber birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kir û di encamê de 11 kolber birîndar bûn.

Doh bi şev (14´ê Nîsana 2022´yan) hêzên rejîma Îranê, li herêma Newsud ya li Hewraman, êrişî komek kolber kir. Li gorî agahiyan di encama êrişê de 11 kolber birîndar bûn.

Tê gotin kolberên birîndar ji xelkê herêma Ciwanro, Şuşim û Newsud in.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha bi 2 rojan, 5 kolber li heman herêmê û 2 kolber jî li Bane di encama êrişa hêzên Îranê de, birîndar bûbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.