- Hêzên artêşa Îranê li devera Kirmanşanê dayikek û kurê wê bi gulereşandinê kuştin. Tevî ku bûyer 22´yê Sibata 2022´yan qewimiye, nûçeya vê qetlê hîna nû belav bû.
Hêzên artêşa Îranê li devera Kirmanşanê dayikek û kurê wê bi gulereşandinê kuştin. Tevî ku bûyer 22´yê Sibata 2022´yan qewimiye, nûçeya vê qetlê hîna nû belav bû.
Li gorî agahiyên Kurpayê ji çavkaniyên deverê wergirtine, 22`ê Sibatê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Pûrya Rizayî” temen 24 sal û “Sûret Seyadî” (dayika Pûrya ye) xelkê gundê “Kamran Rehman” ê ser bi bajarê Dalaho yê parêzgeha Kirmaşanê, bi destê hêzên nîzamî yên rejîma Îranê hatine qetilkirin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar ji deverê, hêzên nîzamî yên rejîmê, bêyî ku hişyar bikin, maşîna welatiyê bi navê “Arman Muradî” dane ber gulleyan û ew dayik û kurê wê yên di maşînê qetil kirin.
Êriş cihê bi navê “Mile Serane” ê li pişt “Bavayadigar” qewimiye. Pûrya û dayika xwe diçûn serdana “Bavayadigar” û hêzên nîzamî yên rejîmê qederê 40 guleyan li bedena Pûrya dan. Dayika wî jî bi guleyeke ku ji pişt ve lêketibû canê xwe ji dest da.
Nehat zanîn ka hêzên rejîma dagirker bi çi hincetê gule li maşînê reşandine.
NAVENDA NÛÇEYAN