Rejîmê 4 kolber birîndar kirin

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:45

Di êrişên hêzên rejîma Îranê de 2 jê giran 4 kolber birîndar bûn

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, pêr kolberekî Kurd ê bi navê Ferdîn Nazdarî yê 33 salî di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bû û ew rakirine nexweşxaneyê. Tê gotin rewşa Ferdîn nebaşe. Heman çavkaniyê ragihand ku kolberê bi navê Hebîb Rezayî yê 52 salî yê xelkê Ciwanro jî di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bûye. Herwiha kolberê bi navê Mihemed Kerîm Nejad ê xelkê bajarê Bane û kolberê bi navê Meruf Nejad jî di encama êrişa hêzên rejîmê de birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, roja yekşemê jî, kolberê bi navê Yaver Veysî yê xelkê gundê Qilqilê yê ser bi Selas Bawecanî di encama gullebaran hêzên rejîmê de hate qetil kirin. Ciwanekî 17 salî yê bi navê Farûq Elîzade yê xelkê bajarê Rebet ê Serdeştê jî, roja Yekşemê di encama gullebaran hêzên rejîma Îranê ya li ser sînorê bajarê Bane jiyana xwe jidest da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.