Rêveberiya Polîsan a Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber gullebaranan hêzên rejîma Îranê, şewateke mezin bi gundê Miran ya ser bi bajarokê Germî ya ser bi navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ketiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku tîmên Parastina Şaristaniyê agir kontrol kirine, lê ji ber agir nêzî 150 donum puş û dar şewitîne û zirareke mezin gihiştiye jîngeha herêmê.

Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama gullebarana hêzên rejîmê de 3 kes jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN