Rejîmê 2 kolber qetil kir

Pêncşem 11 Çile 2024 - 05:30

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan bê navber dewam dikin. Hema bêje rojane kolber dibin hedefa hêzên rejîmê, tên kuştin û birîndar kirin. Li ser sînorê Zile ya herêma Bane ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrişî komeke kolberan kirine. Di encamê de kolberekî bi navê Mîrza Ehmedî yê 43 salî yê ji gundê Hencîne, hate qetil kirin. 

Herwihadi encama êrişa hêzên rejîmê de kolberê bi navê Şoreş Xerguşî yê 33 salî, xelkê gundê Zawye ya ser bi bajarê Selmas ya girêdayî parêzgeha Urmiyeyê, li ser sînorê Bane jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hate gotin ku duh li sînorê Newsud ya ser bi Kirmaşanê, çekdarên Îranê êrişî komeke kolber kirine û di encamê de kolberê bi navê Emîr Îlahî yê 25 salî birîndar bûye.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, sala bihurî li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 32 kolber hatine kuştin û 261 kolber jî birîndar bûne. Piraniya kolberan di encama êrişên hêzên Îranê de hatine kuştin û birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.