Roja 16’ê Hezîranê kesê bi navê Mîlad Murşîdî yê temen 28 salî, xelkê devera Karzan a bajarê Sîrwan ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ew birin cihekî nediyar. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, Mîlad Murşîdî bêyî ku belgeyeke dadgeriyê hebe, hatiye binçavkirin.
Herwiha roja 13’ê Hezîranê jî kesekî bi navê Şehriyar Feryadiyan ê 27 salî, xelkê bajarê Serawilê, ji aliyê hêzên rejîmê ve, bêyî ku sedemek were nîşandan hate binçavkirin û ew jî birin cihekî nediyar.
Ev herdu kes di meha Mijdara 2022’an de tevlî serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ bûne, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û piştre bi dayîna kefaletê serbest hatine berdan.
Heta niha derbarê aqûbeta wan de ti agahî nehatine bidestxistin.
KURDPA