Rejîmê 19 Kurd bidarve kirin

Sêşem 16 Çile 2024 - 02:45

Li gorî agahiyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, ji serê salê ve bi îdîayên cuda 19 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve di girtîgehan de hatine bidarvekirin.

Li gorî heman zanyariyan, herî dawî pêr di saetên sibehê de 6 ciwanên Kurd ên bi navê Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Emîr Hisên Melekî, Elî Ekber Muradyan, Hadî Nezerî û Elî Mîrî yên ku xelkê Kirmaşan, Hersîn û Sehne bûn, di girtîgeha navendî ya Kerec de hatin bidarvekirin. Her wiha roja 13’yê Çile jî ciwanek Kurd yê bi navê Reza Heyderî yê xelkê Xurmawa ya Loristanê hatibû bidarvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.