• Serhildana Gel a Srî-Lankayê bi zimanê ciwanan yanî tevgera GotaGoGama dixwaze şoreşeke demokratîk li welêt pêk bê. Ew dixwazin rejîma qirker a eşîra Rajapaksayan bi temamî bê hilweşandin. 

Piştî serhildana gel a Srî-Lankayê (Janatha Aragalaya) ya 9´ê Tîrmehê kir ku serokkomar bireve, serokwezîr û kabîne îstîfa bikin, daxwazên xwe yên siyasî jî eşkere kirin. Halê hazir serokkomar Gotabaya Rajapaksa û hikûmeta wî dabûn zanîn ku ew ê îstîfa bikin. Nûnerên payebilind ên hikûmetê, xwestin welat bi cih bihêlin, belê wezîfedarên balefirgehan destûra wan neda. Wiha diyar e ku dewra desthilatê bo derfeta reva ji welêt ve hatiye girêdan. 

Sedema yekser a serhildanê hilweşîna sîstema aborî bû, tevê înflasyoneke berê nedîtî û deyndariya zêde ya hikûmetê û xelkê jî pê re. Di encamê de elektrîk rojê gelek caran tê qutkirin, mazot û benzîn hatiye ber nemanê, li nexweşxaneyan jî derman diqedin. Heta bi xwarina zarûrî jî gelekî zêde biha bûye.

Sedema rewşê jî gendeliya bê hed û hesab, bertîlxwurî û otorîteriya malbata û eşîra Rajapaksa ye. Lê koalîsyona wan hîna di 2020´an de ji 3´yan 2´yê dengê hilbijêran wergirtibû. Hindikahiyên Tamîlî ji ber qirkirinê û zilmê, û Misilmanên welêt jî ji ber zexta dewletê destek nedabûn vê koalîsyonê. Jixwe rejîm jî tenê îdîa dikir ku ew nûneriya civaka pirranî ya Sîngalî dike. 

Tevî ku tevgera serhildanê xweber û bi carekê pêk hat jî, bi mehan e ku hin aktîvîst li paytext Colomboyê peravên behrê dagir dikirin. Ev aktîvîstên Gota-biçe-mal-[biçe]gund (GotaGoGama) in. Û 6 daxwazên wan ên sereke hene ku ji desthilatê dixwazin. Medico Internationalê, ji ber ku di çapemeniyê de zêde cih negirtine, ev daxwaz hemû wergerandin Elmanî û weşandin. Daxwaz hilweşandina bi temamî ya rejîma Rajapaksayan û hesabpirsîna ji diz û zalimên rejîmê, edaleta ji bo xelkê ne. Ew her wiha doza destûreke demokratîk kir jî dikin. Yanî daxwaz bi serê xwe doza şoreşekê dikin. Ev daxwaz jî li jêr in:

Daxwazên GotaGoGama

1. Gotabaya Rajapaksa divê tavilê dev ji serokatiya rêveber berde.

2. Serokwezîr Ranil Wickremesinghe, hikûmet û tevahiya rejîma Rajapaksa divê tavilê dev ji wezîfeyê berdin.

3. Bila piştre hikûmeteke demkî bê wezîfedarkirin û ew jî bibe parçeyek ji têkoşîna gel û armancên wê yên aborî, civakî û siyasî. Divê Meclîseke Gel a Qanûnî bê damezrandin û tê de nûnerên Têkoşîna Gel (Janatha Aragalaya) hebin ji bo danûstendin û muzakereyên bi hikûmeta demkî re.

3.1. Amadekirina planeke aksiyonê ya lezgîn ji bo alîkariya xelkê ku ji ber krîza aborî mexdûr e.

3.2. Berdana xwepêşanderên hatine girtin û tevahiya girtiyên siyasî. Misogerkirina pêvajoyeke edaletê yên ku bûne mexdûrên çavtirsandina siyasî.

3.3. Bernameyeke edaletê ji bo malbatên bûne mexdûrê kuştinên bê dadgeh û windakirinê.

3.4. Lêpirsîneke serbixwe ji bo tesbîtkirina pere û serweta rejîmê diziye, vegerandina malên hatine dizîn û cezakirina berpirsiyaran.

3.5. Sererastkirineke misêwa û temamî ya sîstema bacê ya heyî.

4. Ji bo bihêzkirina hêza gel, di pêvajoya veguherîna desthilat û rejîmê de ev gav tên avêtin:

- Qutkirina erkên rêveberiyê yên serokdewlet.

- Hiqûqa adil ji bo her kesî.

- Xurtkirina saziyên demokratîk û bêhtir demokratîkkirina destûra heyî. 

5. Bi awayê herî bi lez bi referandumê destûreke ji bo serweriya gel bila bê qebûlkirin, bi van sererastkirinên li jêr:

- Jêbirina tevahiya deynên şirketên Leasingê yan jî peydakirina rêbazeke deydana demdirêj.

6. Armanca sereke ya hikûmeta demkî bicihanîna pêşniyazên li jor e. Ew ê herî zêde salekê wezîfe bike û di vê demê de destûr wê bê qebûlkirin. 

Têkoşîn wê dewam bike

TotaGoGama dibêje, xisûsên 3 û 4 di nava 6 mehan de, xisûsa 5´an di nava 12 mehan de divê bi cih bên anîn, “yan na, têkoşîna gel wê timî bi awayên nû dewam bike.”

FRANKFURT