Rejîma Îranê Kurdan bi dar ve dike

Çarşem 1 Adar 2023 - 02:30

Rejîma Îranê welatiyekî din bêyî ku kes pê bihese, bi dar ve kir. Herwiha sê kesên din jî ji bo bên bidarvekirin, xistine hûcreyên yekkesî.

Piştî destpêkirina serhildana ‘Jin jiyan azadî’ rejîma Îranê zext, girtin û bidarvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî zêde kirine. Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, girtiyê bi navê Hemîd Rehîm ê li girtîgeha navendî ya Sineyê, bêyî ku kes pê bihese hatiye bidarvekirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku Hemîd Rehîm beriya çend salan bi hinceta kuştina bi qest hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Li gorî heman nûçeyê doh 3 girtiyên din bi navê Elî Dukanlu, Ramîn Şêrzad û Celal Tahîr ku beriya niha cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birrîn, ji bo bidarvekirinê xistine hûcreyên yekkesî. 

Li gorî daneyan di nava çend hefteyên bihurî de 10 kes di girtîgehên li Rojhilatê Kurdistanê de hatine bidarvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.