Rejîma Îranê kasibkarek qetil kir

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:52

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, pêr hêzên rejîma Îranê li xala kontrolê ya ketina gundê Sawanî ya ser bi bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, gule li wesayîta kasibkarê Kurd yê bi navê Kawan Mecîdî barandin.

Hat gotin di encama gulebaranê de guleyek bi serê Kawan Mecîdî ket û jiyana xwe ji dest da û wesayîta wî wergeriya.

Di nûçeyê de tê gotin ku dema wesayît hatî gulebarankirin ti barek di wesayîta wî de nebû. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Kawan Mecîdî bavê sê zarokan bû û xelkê gundê Gure Şêre bû û li bajaroka Mîrawa ya Serdeştê dima.

Li gorî daneyan, ji serê salê ve herî kêm 10 kolber û kasibkarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Her wiha nêzî 90 kolber û kasibkar jî birîndar bûne. Di sala borî de jî herî kêm 30 kolber û kasibkarên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn qetilkirin. Nêzî 270 kolber û kasibkar jî birîndar bibûn.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.