Çarşema bihurî Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) li ser helwêsta dijkurd a hêzên rejîma Îranê li Neqedê, daxuyaniyek da. AI´yê got, di bûyerên 7´ê Tebaxa bihurî de hêzên rejîmê yên li bajêr li aliyê êrişkarên Azerî li dijî Kurdên mexdûr bûne xwedî helwêst.   

Piştî ku hin Azeriyan li bajêr Fardîn Îbrahîmî qetil kir û Mihemed Alîzade jî birîndar kir, Kurdan li pêşiya qereqola hêzên rejîmê li Neqedê çalakiya protestoyî li dar xistibû. Di êrişên hin Azeriyan de zirar li hin dikanên Kurdan jî bûbû. Hêzên rejîmê hem di dema bûyeran de û hem jî di dema protestoyan de tenê êriş bir ser Kurdan. Bi êrişa hêzên rejîmê li gorî şahidên ji AI´yê re peyivîne, 30 Kurd birîndar bûne. 

Cihgira Rêveberê Maseya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ya AI´yê Diana Eltahawy, bang li civaka navneteweyî kir da ku bi gavên darîçav zextê li Îranê bikin, da ku li dijî xwepêşandêran bi armanca birîndarkirin û kuştinê hêzê bi kar neîne.

KODAR´ê jî elaqedarî bûyeran daxuyanî dabû û gotibû armanca rejîmê ew e ku miletan bera hev bide.

LONDON