Rejîma Îranê dev ji darvekirinê bernade

În 25 Nîsan 2025 - 03:00

  • Darvekirina veşartî li ser Îranê zêde ye. Li Rojhilatê Kurdistanê malbateke ku jê para xwe negirtiye tine ye. Ciwanê Kurd Hemîd Huseyîn Nejad jî di 18'ê Nîsanê de bi awayekî veşarî hat darvekirin û cenaze nîşanî malbatê nedan.

Rejîma Îranê bi darvekirina ciwanên Kurd di rojeva cîhanê de ye. Rejîma Îranê bi taybetî dema mirovan darve dikin agahiyan nadin malbatan. Ji ber vê yekê bi darvekirinên veşartî û bi dizî tê zanîn û nasîn. Mînaka vê yekê ya herî dawî darvekirina Hemîd Huseyîn Nejad Heyderanlu ye. Di 18'ê Nîsanê de bêyî agahiyê bidin malbatê ew darve kirin û cenazeyê wî jî nîşanî malbatê nedan. Bêyî ku agahî bidine malbatê ew darvekirin. Nehiştin ku malbat biçin wî bibînin û cara dawî wî hembêz bikin.

Li Tirkiyê siyasetmedar tên girtin û rastî cezayên giran tên. Gelek girtiyên siyasî li girtîgehan nexweş dikevin û cenazeyên wan ji girtîgehê derdikevin. Gelek ji wan jî li gel cezayê wan diqetin jî nayên berdan û her 6 mehan carekê girtina wan dirêj dikin. Rejîma Îranê jî piraniya siyasetmedarên Kurd darve dike û cenazeyên wan jî nade malbatên wan. Di qanûnên Rejîma Îranê de Şerîeta Îslamê esas tê girtin. Lê rê li pêşiya darvekirina mirovan nayê girtin. Her çiqas rexneyên neteweyî yên rêxistinên wekî NY û Amnesty Internainainol li ser kiryara darvekirina li Îranê zêde bin jî, Rejîma Îranê van rexneyan li ber çavan nagire û di darvekirina mirovan de israr dike. Hemû serlêdan û daxwazên derveyî xwe red dike û di darvekirina mirovan de israr dike.

Di 2025'an de 230 kes darve kirin

Li gorî daneyên herî dawî yên ji çavkaniyên wekî Neteweyên Yekbûyî Amnesty Internaional û Iran Human Rights di desptêka 2025'an heta dawiya meha Adarê li Îranê herî kêm 230 kes hatine darvekirin. Ev rapora Amnesty Internainonal ya di 4'ê Nîsana 2025'an nexşeya 2 salan şênber dike. Di 3 mehên ewil ên 2024'an de 110 kes hatin darvekirin. Ev dane nîşan dide ku 3 mehên ewil ên 2025'an 2 qat ji 3 mehên ewil ên 2024'an zêdetir bûye. Di nav kesên îsal hatine darvekirin de 8 kes jî jin in û 5 ji wan tenê di meha Adarê de hatine darvekirin.

Hemîd Huseyîn Nejad Heydaranlu jî di Tîrmeha 2024'an de bi tawanbariya ‘Endamtiya PKKê” ”xaîntiya welat” cezayê darvekirinê lê hate birîn. Herî dawî di 17'ê Nîsanê de cara dawî bi malbata xwe re ketibû têkiliyê. Li gel ku malbat li dijî biryara cezayê ji Heyderanlu re hatibû dayîn li pêşiya girtîgeha Urmiyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Lê tevî çalakiya malbatê Hemîd Huseyîn Nejad bêyî agahiyê bidin malbatê û bi awayekî veşarî di 18'ê Nîsanê de darve kirin.

Cenaze ji malbatê veşartin

Hemîd Huseyîn Nejad Heyderanlu ji roja hate girtin heta dawî di bin îşkenceyên giran a Rejîmê de hate hiştin. Her çend malbata wî bi guman bûn û nerazibûnên xwe anîn ziman jî daxwaz û fikarên wan li ber çavan nehat girtin. Dawiya dawî rejîmê ew bi dizî darve kir.

Bavê 3 zarokan bû

Rejîma Îran ew darve kir û nehişt ku malbat cenazeyê wî werbigirin. Hem cezane nîşanî malbatê nedan û hem jî gora ku lê hatiye definkirin ji malbatê veşartin. Malbat li dijî vê helwesta Rejîmê ku li dij hiqûqê ye bi bertek in. Malbat destnîşan dike ku sûcê kurê wan ê herî mezin kurdbûn û hêjarbûn e û dibêjin “Ger Kurd nebû ya dê nehata darvekirin an jî kesekî ku di çavên rayedarên rejîmê de dewlemend bû ya dîsa dê nehata darvekirin.”

AW/NAZ OZEK/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.